Gelê Xezayê ji bo agirbesta mayînde li benda çareseriyên radîkal e

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de herî zêde jin bi bandor dibin, qutbûna alîkariyên xurekê û negihandina pêdiviyên bingehîn jiyanê zêdetir dijwar dike. Gel, li benda çareseriyên radîkal û domdar ên ku agirbestê misoger bike ye.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Dorpêça li Zîvala Xezayê, kêmbûna ewlehiyê û nehatina alîkariyên mirovî, şert û mercên jiyana gel ku beriya şer xerab bû, hîn zêdetir dijwar bû. Jinên Xezayê li ber çavên hemû cîhanê li gel bombeyên li ser wan dibarin, bi birçîbûnê re jî têdikoşin.

Saziyên navneteweyî, her roj têkildarî Xezayê yek li pey hev daxuyaniyan didin. Dema êrîşên hêzên Îsraîlî berdewam dikin êdî tê axaftin ku li Xezayê birçîbûn jî wekî çek tê bikaranîn. Her wiha nexweşiyên şewbê jî mirovan esîr girtine. Zarîfa Al-Bilbisî diyar kir ku bi taybetî ji bo jin û zarokan rewş xerabtir dibe û wiha got: “Êşên me ne tenê di aliyê aborî de ne, rewşa me her diçe zêdetir zehmet dibe. Ev şerê hovane di navbera hêzên leşkerî yên mezin û sivîlên bêparastin de didome. Êşên ku em jin dijîn bandor li jiyana me ya rojane dike.”

'Em dixwazin di şert û mercên mirovî de bijîn'

Zarîfa Al-Bilbisî, diyar kir ji ber demsala zivistanê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û da zanîn ku ji ber zêdebûna bihayê xurekan gelê ku jixwe têkoşîna jiyanê dide bi awayekî neyînî bi bandor dike. Zarîfa Al-Bilbîsî, wiha got: “Heta ku edalet û aştî pêk neyê wê rewşa jin û zarokên keç ên li Xezayê xirabtir bibe. Em dixwazin di şert û mercên mirovî yên ku bikaribin xwe di ewlehiyê de hîs bikin de bijîn. Ji ber vê yekê em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Gelo dirûşmên kurewî yên li dijî her cure tundiya li ser jinan li ku ne? 5 meh derbas bûn lê şer bênavber didome, hemû hevpeymanên navneteweyî yên ku mafên jinan dixin bin temînatê bêbandor in.”

Mirovan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan

Zarîfa Al-Bilbisî bi gotinên; "Nexweşiyên min ên diyabet û tansiyona bilind hene lê şert û mercên zehmet ên ku em dijîn, min ber bi mirinê ve dibin” da zanîn ku nikare ji xizmetên tenduristiyê sûdê bigre û tedawî bibe. Zarîf Al-Bilbisî, bi van gotinan behsa şert û mercên zehmet ên dijî kir: “Min tu muayeneyên tibî nekir û neçar mam xwarinên ku ji min re qedexe ne bixwim. Ev yek bandorek neyînî li ser jiyana min dike. Li Xezayê rewşa bi hezaran nexweşan ev e. Gelek kesên nexweşên diyabet û tansiyona bilind ji ber kêmbûna tenduristî û şopandinê, kêm xwarinî û xeleya dermanan jiyana xwe ji dest dan.

Bang li saziyên navneteweyî kir

Zarîfa Al-Bilbisî, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir û wiha got: "Divê ji bo sivîlên bêparastin alîkariya pêwîst bê dayîn, şert û mercên jiyanê bên başkirin û ji bo jin zarokên keç ên debara xwe dikin parastin û ewlehî bê misogerkirin, xizmetên piştgiriya derûnî û civakî bên dayîn. Her wiha ji bilî demildest rakirina dorpeçê divê çareseriyên radîkal û domdar ên ku agirbesta domdar misoger dikin, bên dîtin. Ji bo derbaskirina qeyrana mirovî jî divê alîkariyên xurek û tibî bên kirin.”