Ji ber şer û pevçûnan bi sedhezaran Sûdanî koçber bûn

Bi berdewamkirina şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, koçberiya kesên ji Sûdanê berdewam dike. Hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne ji sedhezaran derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan - Bi berdewamkirina şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, koçberiya kesên ji Sûdanê berdewam dike. Kesên ku ji cih û warên xwe bûne li gelek herêman di mercên xirab de dijîn.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) roja 4’ê Îlonê ragihand ku tê pêşbînîkirin hejmara Sûdaniyên ku ber bi welatên cîran ve direvin bigihîje 1.8 milyonî û tê texmînkirin ku heta dawiya îsal ber bi 5 welatên cîran ên weke Etiyopyaa, Çad, Misir, Sûdana Başûr û Komara Afrîkaya Navîn ve biçin.

Di nava koçberan de nexweşî belav bûne

Rêxistinê, ji bo rûbirûbûna qeyrana penaberan, bang li civaka navdewletî kir ku ji bo berhevkirina nêzî milyarek dolar ji bo alîkariya kesên ku ji şerê li Sûdanê reviyane hîn zêdetir hewl bidin û bal kişand ku heta niha tenê ji sedî 19 kom kirine. Li hinek welatên ku koçber çûnê, piştî çavdêrîkirina zêdebûna rêjeya kêmxwarinê û nexweşiyên berbelav ên wek kolera û sorik, fikarên cidî hene.

Koordînatorê UNHCR’ê yê Afrîkaya Rojhilat û Qoçê Afrîkayê, ragihand ku li forî raporan tevahiya zarok ji ber nexweşiyên ku dikarin pêşî li wan bigrin jiyana xwe ji dest didin, .

Doktorên Sînorenas, diyar kirin ku bi hezaran kes gihîştine navendên pêşwaziyê yên li başûrê Sûdanê û dan zanîn ku gelek kes piştî rêwîtiya xwe ya li Nîlê Spî nexweş û westiyayî bûne û tê pêşbînîkirin ku dawiya vê salê Sûdana Başûr siyeka 108 mîlyon mirovên reviyane qebûl dike.

‘Malbatên koçber ji ber tunebûnê zarokên xwe bi kêzik, giya û pelên daran têr dikin’

Ji rêxistina alîkariyê Susanna Borges, wigha got: "Mînak, beşek kesên ji Çadê ji cih û warên xwe bûne ev pênc hefte ne bê xurek in û ev yek wan neçar dike ku hinek malbatan zarokên xwe bi kêzik, giya û pelên daran xwedî bikin.” Her wiha Susanna Borges destnîşan kir ku ev yek qeyrana tenduristiyê girantir dike û da zanîn ku xebatkarên alîkariya mirovî bi gelek bûyerên wekî ta, îshal û kêmxwariniyê re rû bi rû dimînin.

Neteweyên Yekbûyî ku di meha Gulana borî de, ji bo alîkariya kesên ji cih û warên xwe bûne daxwaza fonê kir, tenê çaryeka pêdiviyan misoger kir û duh ango roja 4’ê Îlonê careke din daxwaza milyarek dolar kir.

Çad, bi hejmara 400 hezar kesan re bû yek ji wan welatên ku herî zêde Sûdaniyên koçber bûne qebûl kir, Misir jî nêzî 287 hezar û Sûdana Başûr jî 248 hezar kesên ji cih û warên bûne qebûl kir.

Milyonek kes ji ber pevçûnan koçber bûn

Şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên ji 15 Nîsanê vir ve berdewam dike, bû sedema mirina 5 hezar kesan. Li hundirê welat koçberbûna 3.6 milyon kesan û bû sedema reva milyonek kesan ber bi welatên cîran ve.