Ji Şengalê berteka li dijî êrişan: Em bi gelê Rojava re ne

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de piştevaniya xwe anîn ziman.

Şengal – Ji 4’ê mehê ve Dewleta Tirk ya dagirker 51 caran êrişê Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir. Di encama van êrişan de bi dehan Welatî hatin qetil kirin û her wiha cihên nexweşxane, îstasyonên petrol, kehrebe, embarên genim û avê hatine hedef kirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî van êrîşan daxuyaniyek hevpar dan, piştgiriya xwe ya ji bo gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşandan û êrişên dewleta tirk bi tundî şermezar kirin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Berdevka Koorsinasyona TAJÊ Rîham Heco, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyanî dan.

‘Dewleta tirk bi van êrîşan têkçuna xwe beyan kir’

Rîham Heco êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kir û wiha axivî: “Em weke Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk ya dagirker bi tundî şermezar dikin. Ev ne cara yekê ye ku Erdoxanê faşist û dîktator êrişê gelê Kurd û gelên azadîxwaz dike. Li Rojavayê Kursditanê dewleta Tirk naxwaze gel xwe birêve bibe naxwaze navê Kurd bimîne ji bo wê binesaziya civakê dike armanc. Di nava van rojan de êrişê cihê nexweşxaneyê, embarên genim, petrolê, benzînê, kehrebe û avê dike. Çima, ji ber dixwaze civak bê çare bibe li ser warê xwe nejîn û berê xwe bidin derveyî welat. Ev êriş bi xwe têkçuna dewleta tirk dide nîşandan ne xwe êrişê cihê pêdivêyê civakê pêk tîne nedikir.”

‘Tekoşîna me wê me bibe serkeftinê’

Rîham Heco di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekbuna civaka Êzidî û Rojavayê Kurdistanê û wiha dom kir: “Em weke gelê Şengalê vê êrişê li ser xwe dibînin. Ji ber ji bo me Mexmur, Şengal, Başurê Kurdistan û Rojava yek e. Herî baş em êşa wan dizanin ji ber dijminê me yeke çawa di fermanê de gelê Rojava bi hewara me ve hat em jî weke gelê Şengalê ji bo gelê Rojava amadene ku çi ji me were xwestin em bikin. Li ser esasê şerê gelê şoreşgerî ev 12’e sal e gelê Rojava tekoşîn dike. Ji ber Rojava hêza xwe ji gelê xwe ji şehîdê xwe digire ji ber xwe naspêre hêzeke din em dizanin ku wê Bakur û Rojhilatê Suriyê ser bikeve. Em jî weke jinên Êzidî wê tu caran keda ku Rojavayê Kurdistanê li bermede dayî jibîr nakin weke madî manewî em ji bo Rojavayê Kurdistanê amade ne.”

‘Em bi gelê Rojava re ne’

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê êrişên dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û piştevaniya gelê Şengalê  ji bo Rojavayê Kurdistanê diyar kir û wiha got: “Em dengê xwe digihînin tevahî mafên mirovan em dibêjin bila bes xwe kur û lal bikin divê êdî li hember kiryarên dewleta Tirk ya dagirker xwedî helwest bin. Em û Rojavayê Kurdistanê yek in.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

‘Dema Rojava DAIŞ şikand çavê cîhanê li wir bu, lê niha?’

Endamê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zînê Ehmet derbarê êrişan de wiha bertekên xwe anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker ji bo  xeyalê xwe yê osmaniya nû pêk bîne tekoşîna gelê me, gelê Rojavayê Kurdistanê jê re bûye êş. Ji bo wê bi vê hovitiyê êriş dike. Li her devera Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk êriş kir û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em van êrişan şermezar dikin. Em bang li tevahî cîhanê dikin û dibêjin dema Rojava li hember çeteyan şer dikir we hemûyan bi serê Rojava sond dixwar. Lê çibû niha hûn li hember van êrişan bêdeng in. Em vê bêdengiyê jî şermezar dikin. Em ji gelê Rojavayê Kurdistanê re dibêjin ku gelê Şengalê, jinên Şengalê bi we re ne. Em ê bi tekoşîna xwe van êrîşan bişkênin û welatê xwe azad bikin.”