Ji 400 kesayetan berteka li dijî girtina hunermendan
Di nameyek vekirî de 400 sînemager, çalakvan, rewşenbîr û hunerî yên Îranê ragihandin ku ew amade ne li dijî girtina hunermendan a ji aliyê rejîma Îranê ve dest bi çalakiya rûniştinê bikin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên gel yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li beramberî hemû êriş, zext, kuştin û girtinan berdewam dike. Di van serhldanan de heta niha gelek hunermend, çalakvan, rewşenbîr ji bo piştgirî dane serhildanên gel hatine girtin. Ev girtinên ku ji hêla rejîma Îranê ve didome bûn sedemê nerazûbûnan.
400 sînemager, hunermend, çalakvan, rewşenbîran bi nameyek vekirî ku radestî desteya rêveber ya sînema û lêjneya parastina yasayî û dadweriya derhênerên filman kirin û gotin: “Çima girtina hunermendan berdewame? Em amade ne soza ketina çalakiya sinemayê bi cih bînin.”
Di nameya ku roja 8’ê Kanunê radestî desteya rêveber ya Sînema û lêjneya parastina yasayî û dadweriya derhênerên filman hat kirin de wiha hate gotin: “Çima li beramberî ew tedbirên ku hatine girtin, Mackan Iylanlo û girtiyên din yên hunerî nayên berdan?
Kesayetên ku îmzeyê wan di bin nameyê de cih girt bal kişandin li ser azadiya fikir û mafê xwepêşendaran û wiha nivisandin: “Hunermend dengê gel in û nabe di girtîgehan debin, ji bo encamdana wê erkek yê civakiye.”
Sînemagerên Îranê roja 5’ê Kanunê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ger zext û girtin bi dawî nebin û sînemagerên ku hatin girtin neyên berdan, daxwaz ji hunermendan kirin ku dest bi çalakiya bikin û hevkariya li gel pirojeyên film û televizyonê red bikin û li ber deriyê sînemayê rûnin û dest bi çalakiya rûniştinê bikin.