HRW: Dewleta Tirk bi zorê penaberan derbasî Sûriyeyê dike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî, di rapora xwe de îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî “vegera dilxwazî” ya penaberên Sûriyeyê derewand û bal kişand ser rewşên dermirovî yên li Girê Spî.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) îro raporek weşand û bal kişand ser rewşa li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de.

Di raporê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk zorê li penaberên Sûriyeyê dike û berê bi hezaran penaberan daye Girê Spî. Di raporê de behsa tevlihevî û rewşên zehmet ên li Girê Spî jî hat kirin.

‘Zorê li piranî penaberan kirin ku belgeyên “vegera dilxwazî” îmze bikin’

Di raporê de îdiayên rayedarên dewleta Tirk ên der barê “vegera dilxwazî ya penaberan” de hatin derewandin û wiha hat ragihandin: “Hêzên Tirk bi kêmanî ji sala 2017’an ve bi hezaran penaberên Sûriyeyî girtin. Zorê li piraniya penaberan kirin ku belgeyên “vegera bi dilxwazî” îmze bikin û derbasî Sûriyeyê bibin.”

Raporê cih da nirxandinên cîgirê Rêveberiya HRW’ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle ku dibêje: “Vegera dilxwazî” ku Tirkiye li “herêmên ni ewle” pêk tîne, piraniya caran vegereke bi dare zorê ye. Soza Tirkiyeyê ya avakirina “herêmên bi ewle” bêwate dimîne. Sûriyeyî dibînin ku neçar in rêwîtiyeke xetere bikin da ku ji mercên dermirovî yên li Girê Spî birevin.”

‘Dewleta Tirk sala borî 57 hezar û 519 Sûriyeyî û yên din derxistine derveyî sînor’

Li gorî raporê, dewleta Tirk di navbera Kanûn û Çileya sala borî de 57 hezar û 519 Sûriyeyî û yên din derxistine derveyî sînor. Ji vê hejmarê 16 hezar û 652 kes di deriyê Girê Spî re hatine derxistin.

‘Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de binpêkirinên hiqûqî tên kirin’

Di raporê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk, armanc dike herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê de veguherîne “herêmeke bi ewle” û wiha hat domandin: “Lê ya rast ew e ku li van herêman binpêkirinên hiqûqî têne kirin. Ji ber ketina Tirkiyeyê ya bi dirêjahiya 150 kîlometreyan di navbera parêzgehên Reqa û Hesekê de, bi sed hezaran kes koçber bûne û neçar man ji warê xwe bibin.”

‘Dewleta Tirk berpirsê sûcên hovane ye’

HRW’ê, 29’ê Sibatê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ku di navbera 5-10’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîbûn, raporek weşandibû, diyar kiribû ku dewleta Tirk berpirsê sûcên hovane û sûcên şer ên ku çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê dikin.