Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacik îdiaya îşkence û destdirêjiyê

Di rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê de îdiayên îşkence û destdirêjiyê jî cih girtin. Di raporê de hate xwestin ku navend ji lêkolînan re were vekirin.

Navenda Nûçeyan- Odeya Bijîşkan a Çanakkaleyê û şaxên Sendîkaya kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ên Çanakkaleyê têkildarî Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê “Rapora Çavdêriyê ya Komîsyona Koçberiyê ya Adara 2023 - Adara 2024’an” eşkere kir.

‘Hevjînê min dibêje metirsiya destdirêjiyê heye’

Di raporê de hat gotin ku di 21’ê Tîrmeha 2023’yan de jineke navê wê nehat zanîn xwe li ser telefonê gihand komîsyonê û hevjînê wê li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê di nava şert û mercên nebaş de tê ragirtin. Di raporê de cih da van îfadeyên jinê: “Komek mêr, destdirêjî mêrên din dikin. Hevjînê min ditirse ku biçe serê xwe bişo. Ji ber ku xetereya destdirêjiyê heye. Her wiha xwarinê jî mîna ku bidin kûçikan didin, diavêjin erdê û jê re dibêjin ‘herin bixwin.’ Jinan hînî tiryakê dikin. Ji hêla hîjyenê ve jî şert û mercên nebaş hene û li jinan ferz dikin ku tevî mêran di heman odeyê de bimînin.” 

‘Gef lê hat xwarin û ruşwet hate xwestin’

Di raporê de hat gotin ku jinekê di 15’ê Îlona 2023’yan de xwe gihandiye komîsyonê û gotiye ku li Navenda Paşveşandinê di şertên nebaş de tên ragirtin. Hat gotin ku li jinan tê ferzkirin ku bi mêran re di heman odeyê de bimînin û dema gilî dikin jî midûr jê re dibêje; “Ez dikarim we ji vir derxînim” û 100 hezar TL rûşwetê jê dixwaze. Piştî îdiayan jî agahî hat ku di 21’ê îlona 2023’yan de jinek hatiye dersînorkirin.

‘Rastî gotinên nefretê tên’

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku kesên li Navenda Paşveşandinê tên ragirtin rastî gotinên nefretê yên memûran ên weke “Efxanê herimî”, “Hûn çima na sekinin”, “We her tişt mehf kir” û hwd. tên. Wiha hate gotin: “Kesên li Navenda Paşveşandinê tên ragirtin ji liv û tevgerên nebaş ên bijîşkan, ragirtina pitik û kesên sere ya li heman cihên şert û mercên hîjyanê nebaş, kêmbûna betaniyeyan û kêmdayîna ava vexwarinê bi gilî ne. her wiha xurekên ji tên dayîn jî tenê ji bo danekî ye û hinek penîrî dixin nav nan û tenê vê didin.”

Pêşniyarên komisyonê

Komîsyona Penaberan xwest ku binpêkirinên heyî bên lêkolînkirin, divê binpêkirinên hatine tespîtkirin tavilê ji holê bên rakirin û ji bo binpêkirinên wiha êdî neqewimin jî ev pêşniyar kir:

“* Divê destûr were dayîn ku saziyên civaka sivîl li Navendên Paşveşandinê lêkolînê bikin û raporên peryodîk bi raya giştî re bên parvekirin.

* Divê li gorî zirûfên demsalê hewadarî hebe, bên germkirin-hênikkirin û rêber, betaniye, balîf û hwd. bên dayîn, hejmara kesên di odeyan de zêde nebe.

* Divê tavilê xwarin û vexwarina paqij û têr were dayîn.

* Divê welatî ne bi awayekî komî, yek bi yek bên tedawîkirin, wergêr hebin û li gorî usûlan were kirin. Divê ji bo pitik û zarokan miamele û tedawiyeke taybet were kirin.

* Divê ji bo bidawîkirina îdiayên îşkence, îstîsmarên zayendî, bertîl û hwd. bingeheke hiqûqî were avakirin.

* Banga me ji bo tevahiya wezaretên têkildarî ew e ku têkildarî binpêkirinên heyî erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.”