460 rojnamevan piştgirî da Stêrk TV û Medya Haber TV

460 rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê îmzeyên xwe dan.

Navenda Nûçeyan – Polîsên Belçîkayê 23`yê Nîsanê bi ser avahiya kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê ya li bajarê Dendeleu ê Belçîkayê de girtibû û ji bo serdegirtinê jî sedemek diyar nekiribû. Her wiha bi şev jî nehiştin xebatkarên kanalan bikevin studyoyan.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo piştgiriya her du kanalan, 26`ê dest bi hemleyekê bi dirûşma "Stêrk TV û Medya Haber TV dengê me ne" kir.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera YRA`yê hatiye parvekirin, heta niha 460 rojnamevanan îmzeyên xwe dane û hemûyan jî ev kiryara bêhincet a li dijî saziyên çapemeniyê yên rastiyê radigihînin, şermezar kir.