Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 454

Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê diyarkir ku hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê yên i ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 34 hezar û 454’an.

Navenda Nûçeyan- Êrişên artêşa Îsrailê li ser Zîvala Xezayê ku 7’ê Cotmeha 2023’an destpêkirî  berdewam dike. Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê diyarkir ku di roja 205 ya êrişan de Îsrailê 7 komkûjî pêkanî, 66 kes hatin qetilkirin û 138 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrişên Îsrailê li Xezayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giha 34 hezar û 454’an, hejmara birîndaran jî giha 77 hezar û 575’an, di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dibin xirbeyan û li ser rêyan hejmarek zêde cenaze mane.