Li Egeyê belemeya koçberan binav bû: 25 koçber hatin rizgarkirin

Li peravên Grava Sistan ya Egeyê di encama binavbûna belemeya ku 30 koçber têde bûn, kesekê jiyana xwe ji dest da, 4 kes winda bûn, xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Li peravên Karlovasu ya Bakûr û rojavayê grava Sistan ya Ege, hate diyarkirin ku belemeya ku koçber hildigirt binav bû. Li gor zanyariyên yekem kesekê jiyana xwe ji dest daye û hate tesbîtkirin ku 4 kes winda ne.

Li gora nûçeya televizyona dewleta Yunan ERT; 25 koçberên ku ji qezayê rizgar bûne ji aliyê tîma ewlehiya Peravên Yunan ve gihandin Bendera Malagariu. Ji bo 4 kesên winda bûne xebatê lêgerîn û rizgariyê berdewam dike.