Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man

Li Îranê ji ber tu namzetan ji sedî 50 deng negirtin, hilbijartin ji tûra duyemîn re ma.

Navenda Nûçeyan-Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî mehek berê di qezaya helîkopterê de miribû. Ji ber vê yekê ji bo hilbijartina serokkomarê nû, duh hilbijartin hate lidarxistin. Ji ber tu namzetan di tura ewil de ji sedî 50 deng nestandin, dê tura duyemîn were lidarxistin.

 Navenda Hilbijartina Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Mesût Pezeşkiyan û Seîd Celîlî yên di tûra ewil de li pêş bûn dê tev li tûra duyemîn bibin. Tê payîn ku biryar ji aliyê Komîsyona Çavdêriyê ve were pejirandin.   

Li gorî danyên ku Navenda Hilbijartinê aşkere kirin dengên hatin hejmartin ji 19 milyonan derbas kir. Ji sedî 43,5’ê dengan namzetê reformist Mesût Pezeşkiyan di pêşbirkê de bû yekemîn, namzetê mûhafazakar Seîd Celîlî jî ji sedî 37,7 deng stendin û bû duyemîn. Tevlibûna hilbijartinê bû ji sedî 40. Heke ev encam weke fermî bên aşkerekirin, dê ji destpêka hilbijartina Serokkomariyê ya li Îranê û niha ve bibe rêjeya herî kêm a tevlibûnê. 

Hilbijartinên tûra duyemîn dê di 5’ê tîrmehê de bên kirin.