9’emîn xelatên ked, helbestên têkoşîn û çîrokan ya Sennur Sezar eşkere bû

Xwediyên 9’yemîn xelata ked, helbestên têkoşîn û çîrokan ya Sennur Sezar hatin eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan – Xwediyên 9’yemîn xelata ked, helbestên têkoşer û çîrokan ya Sennur Sezar hatin eşkere kirin. Dosyaya bi sernavê ‘Mirov ji nav derdikeve’ ya Mehmed Sait Îmret layîqî xelata helbestê hate dîtin. Cansû Selçuk Çaglar bi dosyaya ‘Em hebûn şop nebûn’ layîqî xelata çîrokan hate dîtin. 

Juriya helbestan ku ji Orhan Alkaya, Nalan Çelîk, Hîcrî Îzgoren, Betul Dundar û Gulce Başer pêk dihat bi hevpariya dengan dosyaya ‘Mirov ji nav derdikeve’ layîqî xelatê hate dîtin. Juriya Çîrokan ku ji Adnan Ozyalçiner, Ayşegul Tozeren, Pinar Ogunç, Eylem Ata Guleç û Tunç Kurt pêkdihat bi piraniya dengan dosyaya bi navê ‘Em hebûn şop nebûn’ layîqî xelatê hate dîtin.

Xelatên ku ji aliyê Pirtuka Manos û Sendikaya Îş ya Gida ya DÎSK ve dihat berdewam kirin, wê di merasîma 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî bê li darxistin de xelet bên dayîna xwediyê wan. Dosyayên ku xelat girtin wê ji aliyê pirtuka Manos ve bê weşandin. 