Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê Zeynep Kinaci bibîr anî

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan di salvegera 28’an a çalakiya wê ya fedaî de bi bîr anî.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê bi boneya salvegera 28’an a çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan civînek li dar xist. Civîn bi beşdarbûna endamên meclisa kombûnê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û Meclisa Jinan a Sûriyeyê li avahiya kombûnê ya li Reqayê hat lidarxistin.

Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê Emel Îsamîl nameya Zîlanê ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsî bû xwend. Piştre nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê çalakiya fedaî ya Zîlan de bi sînevîzyonekê hatin pêşandan.

Paşê koma Hîlala Zêrîn jî şanoyek pêşkêş kir.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin Jiyan Azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.