Der barê êrişa nijadperestî ya li Kayserî qedexeya weşanê hate dayîn

Li Kayserî bi îdiaya mêrê bi navê Î. A zarokek keç tacîz kiriye nûçeyên derbarê êrişên nijadperestî de biryara qedexeya weşanê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li Kayseriyê piştî zarokek hate tacîzkirin der barê bûyerên nijadperestî de biryara qedexeya weşanê hate dayîn.

Hate îdeakirin ku li taxa Danişmengazî ya Kayseriyê mêrê bi navê Î. A zarokek keç tacîz kiriye. Piştî tacîzê rûniştvanên taxê kombûn mal û erebeyên kesên Sûriyeyî dan ber agir. Di êrişa nijadperestî a hatî jiyîn de hejmarek zêde polîs, tîmên tendirûstî û agirkuj sewqî cihê bûyerê hate kirin. Hêrsdariya li taxê bi zorê hate kêmkirin. Piştî bûyerê Waliyê Kayserî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku fail hatiye binçavkirin, zarok jî di ewlehiyê deye.

Biryara qedexeya weşanê

Di çarçoveya lêpirsîn de biryara qedexeya weşana nûçeyan hate girtin. Di biryara ji aliyê 2’yemîn Hakimtiya Cezayê Sulhê ya Kayserî ve hatî dayîn de wiha hate gotin: “Bi armanca parastina malbata mexdûr, piştî bûyerê ji bo pêşî li zêdebûna bûyerên civakê were girtin, bûyerên civakî ên ku di qewimin û dîmenê zaroka mexdûr di ragihandinên ku li ser înternet û medyayê xebat didin meşandin, her cûre weşanên weke ropartaj, rexne heta qonaxa lêkolînê bi dawî bibe, biyara qedexeyê hatiye girtin.”