Li Şerîaya Rojava jinek û zarokek Filistînî hat qetilkirin

Hat hînbûn ku leşkerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî jinek û zarokek qetil kirine.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirûstiyê ya Filistînê ragihand ku li Tulkerîmê di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de zarok û jinekê jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê artêşa Îsraîlê di ser bajar û kampa penaberan ên Tulkerîmê yên girêdayî rojavayê Şerîa de girtiye. Di serde girtina artêşê de Nesrîn damîrî ya 46 salî û Muhammed Serhan yê 15 salî jiyana xwe ji dest dane.

Li Şerîaya Rojava ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji 7’Cotmeha 2023’an vir ve hejmara Filistiniyên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 556’an.