'Bi erdhejê re tundiya li dijî jinan zêdetir bû'

Derûnînas Gokçe Korkmaz, diyar kir ku tundiya li Tirkiye heye bi erdhejê re zêdetir bûye û ji bo jinan bal kişand ser girîngiya hevgirtinê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di ser erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wan Mereşê bû 3 meh derbas bûn. Li 11 bajaran pêdiviyên jiyanî yên gel bi temamî nehatin bicihanîn. Welatiyên li herêmê hê jî ji ava paqij bêpar in. Piştî erdhejê zehmetiya herî mezin jî dîsa jin dijîn. Tundiya li ser jinan, niha jî di nava konan de didome. Li dadgehên ku ji ber erdhejê zirar dîtine, giliyên tundî yan jî serlêdanên hevberdanê nayên girtin. Li gorî nûçeyên ku piştî erdhejê di çapemeniyê de cih girtin, yek li Hatayê yek jî li Meletiyê 2 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, jinan li dijî tundiya ku belavî nava konan dibe banga hevgirtinê kirin.

Jinên ku piştî erdhejê ketin nava lêgerînek, di vê pêvajoyê de gelek berpirsyariyan jî girtin ser xwe. Keda lênihêrînê ya heyî di pêvajoya erdhejê de girantir bû, di konan de ewlehiya jinan jî gelek caran tê rojevê. Gelek caran tê bibîrxistin ku jin xwe di konan de bi ewle hîs nakin û qadên wan en nepenîtiyê nîn in. Herî dawî bûyera li Meletiyê, nîşan da ku li ser vê fikaran xebatek nîn e. Derûnînas Gokçe Korkmaz, da zanîn ku der barê tundiya li herêmên erdhejê de tu serlêdan nayê kirin û ev rewşa tundiyê bûye pergalî, pirsgirêkên jinan ên li herêma erdhejê dijîn parve kir. Gokçe Korkmaz, diyar kir ku dewlet hebûna xwe li bajarên ku hê jî pêdiviya stargeh û ava paqij nayê pêkanîn de bi tunebûna xwe re nîşan dide, bi riya Piştgiriya Femînîst a ji bo AFAD’ê li gelek bajarên erdhejê xebat meşand. Gokçe Korkmaz bi jinan re hevpeyivînên ferdî pêk anî, destpêke bal kişand ser tevî derbasbûna 3 mehan jî pirsgirêkên li bajaran tê jiyîn.

'Dewlet mirovan birçî û li ser sermayê hişt’

Gokçe Korkmaz der barê pirsgirêkên sereke yên tên jiyîn de ev agahiyan parve kir; “Hebûna dewletê, 2 mehan li 11 parêzgehan ji birçîbûn, serma û mirinê hiştina mirovan e. Bi rastî jî ji bo mexdûrên erdhejê tu çavkaniyan xwe cuda kir û hebûna xwe bi dîtina van hemû herêmên erdhejê ji bo xwe tenê weke qadeke rantê, bi tunebûna xwe îsbat dike. Li vir li gel me qadeke kon ku ji aliyê dewletê ve hatiye vedan heye. Lê mirov dibêjin nikarin tu pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Duh avahiyek li kêleka qada kon hat hilweşandin û di vê pêvajoyê de tenduristiya ne kesên li wir diman û ne jî zarokan nehat fikirandin. Niha jî her der di bin tozê de ye. Ji her derê îhmal dibare lê ew ne ji ber ku van çavkaniyên wan tune ye. Bi taybetî wek HDP, Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê, odayên SES, TTB û KESK hewl didin bi qasî ku ji destê wan tê hevgirtinê mezin bikin. Ji li vir re çavkaniyên hin mezintir pêwîst dikin.”

Gokçe Korkmaz, bang kir ku divê rêxistinên ked û pîşeyî ji bo pêwîstiyên herêmên erdhejê bibin deng û da zanîn ku divê li bajaran di nava yekitiyê de  têkoşînek bê meşandin.

'Tundiya heyî di dema erdhejê de zêdetir bû'

Gokçe Korkmaz diyar kir ku tundî û qetlîamên jinan bi erdhejê re gurtir bûne, der barê çavderiyên xwe yên li bajaran de jî wiha got; “Tundiya mêr, tundiya nava malê, kedkariya lênêrînê beriya erdhejê jî hebû. Piştî erdhejê ev naçin. Bi qasî ku min di hevpeyivînên kesane de çavderî kir, tundiya mêr zêdetir hatiye gurkirin. Ji ber ku mêr li şûna ku şîn û windabûna xwe bijîn û van hestan vekin, hewl didin ku êşê ji hevjîn an jî zarokên xwe derxin. Ez çûm Antakyayê jî ev demeke li vir im. Me li vir gelek bûyerên tundiya mêran bihîst. Tu cihek ku jin serlêdana vê tundiyê bikin nîn e. Mor Çati der barê vê yekê de xebat meşand. Lê belê tu mekanîzmaya dewletê kar nake. Her der bi polîs û leşkeran tijî ye lê ew tenê ji bo kaosê zêde bikin li wir in. Em wek rêxistinên jinan û jin bi hevgirtinê re hewl didin li dijî vê yekê bisekinin.”

'Barê giran li ser milên jinan e'

Gokçe Korkmaz, destnîşan kir ku jinên li herêma erdhejê pêvajoya ji dema pandemiyê girantir dijîn û wiha axivî: “Di pandemiyê de em di malên xwe de asê man, ji ber ku dibistan tune bûn lênêrîna zarokan li ser milên jinan ma. Çawa ku di pandemiyê de barê keda malê zêde bû, di erdhejê de jî jin hin zêdetir girantir dijîn. Gokçe Korkmaz, bal kişand ku jin di bin şert û mercên bê îmkan de barê lênêrînê ya malbata mezin digrin û wiha got: “Li vir hemû bajar hilweşiya, mirovan hezkiriyên xwe winda kirine û jin beranberê vê rewşê hewl didin paqijiyê bikin û jiyanê ji nû ve ava bikin. Di vê wateyê de yên ku keda lênihêrînê didin tenê jin in.”

'Divê em bajarên wekhev û azad ava bikin'

Gokçe Korkmaz di dawiyê de bal kişand ser rola jinan ya di ji nû ve avakirinê de û hevgirtina ku divê hebe û wiha got: “Ev bi xwe jî westandina fizîkî û nexweşiyan tîne. Li aliyekî ev hêz û li aliyê din jî sermayeya wî van bajaran anî vê rewşê. Em neçar in jiyanê ji nû ve ava bikin. Wek jin dema ku ev bajar hat hilweşandin divê ne wek berê  bi dabeşkirina kar a zayendîperest re kedkarîkirina keda me, bajarên hin zêdetir wekhev û azad ava bikin. Rola jinan a di pêvajoya ji nû ve hilberandin û avakirinê de pir girîng e. Yên ku têkiliyên li vir ji nû ve saz kirin û kêfxweşî tînin li vir ew in.”