Heyeta CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir

Heyeta CHP'ê ya ku Ozgur Ozel jî di nav de bû Emîne Şenyaşar a ku 123 roj in li ber Wezareta Dadê nobeda Edaletê digire ziyaret kir. Ozgur Ozel got, "Ez ligel têkoşîna wê ya mafdarim. Ez doza wê ya mafdar biparêzim."

Enqere-Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 123’emîn de didome.

Serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û heyeta ligel wî çûn serdana Emîne Şenyaşar. Emîne Şenyaşar di nobetê de da zanîn ku bila ev zilm bidawî be û got edaleta wan têk biçe.

Kurê Emîne Şenyaşar, parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî axivî û daxuyakirin ku 123 rojin ber deriyê wezareta dadê li edaletê digerin.

Ozgur Ozel jî çû cem Emîne Şenyaşar û wiha got: “Ez ligel wê me.  Têkoşîna  dayikek dilşewat, perîşan û westandî  nîşan dide ku çiqas xurt û bi bandore.Ez ligel têkoşîna wê ya mafdarim. Ez doza wê ya mafdar biparêzim.”