Hevseroka DBP’a Nisêbînê Remziye Bayhan hat binçavkirin

Hevseroka DBP’a Nîsêbîna Mêrdînê Remziye Bayhan ji aliyê polîsên tîmên taybet ve deriyê mala wê hat şikandin û dûre hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Polîsan di saetên serê sibehê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi ser mala hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeyê Remziye Bayhan de girtin. Li mala ku polîsên tîmên taybet derî şikandin û ketin hundir hemû tişt hatin belavkirin û Remziye Bayhan hat binçavkirin û wê birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Remziye Bayhan piştî di 25’ê Tîrmehê de endama YJA-Starê Kader Acar li navçeyê jiyana xwe ji dest dabû hatibû binçavkirin û dû re wê berdabûn. Hat zanîn ku sedema binçavkirina Remziye Bayhan girêdayî heman bûyerê ye.