‘Heta ku jiyana em dixwazin bi dest nexin divê em paşde gav neavêjin’

Jinên ku li Suweydayê protestoya xwe didomînin, peyama “Heta ku jiyana em dixwazin bi dest nexin divê em paşde gav neavêjin” dan.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda- Xwepêşandanên ku li Qada Karama ya bajarê Suweydaya Sûriyê tên lidarxistin, nêzî 2 meh in berdewam dikin. Jinên ku beşdarî prostestoyan dibin, li ser daxwazên xwe israra xwe didomînin. Yek ji jinên ku beşdarî protestoyan bu Baraa Naeem diyar kir ku jin li herêma Ereban rastî cudakariyê tên û dibin zextan dene û li bajarê Suweydayê jî jin ji aliyê hikûmetê ve du caran rastî zext û zordariyan tên.

‘Bila wekheviya fiîlî bê pêkanîn’

Baraa Naeem ji bo ewlekarî û aşitiyê pêk bîne xwest ku destûr û qanûnên din ji bo jinan bên aktîfkirin û wekheviya fiîlî di navbera zayendan de pêk were. Baraa Naeem diyar kir ku salane bi bêedaletî û zextê re rû bi rû mane û wiha got:

“Gelek kes neçar bûn piştî wendakirina kesê ku debara wan dabîn dikir barê debara malbatên xwe hilgirin. Em dixwazin biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî bê bicihanîn. Mirov ji cihê xwe têne dûrxistin û qetilkirin. Tişta ku li bajarê Humusê qewimî, qetilkirinek sîstematîk e.”

‘Divê em paşde gav ne avêjin’                        

Ji jinan Farah Farah jî anî ziman ku ji ber şert û mercên jiyanê yên ku roj bi roj zehmettir dibin ew li tengav dibin. Farah Farah diyar kir ku gel ditirse ku derkevin derve û dengê xwe bilind bikin û got: “Divê em vê astengiyê bişkînin, derkevin qadan, dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe bilind bikin. Çalakiyên me aştiyane ne û tu hêzeke derve mudaxeleyî wan nake. Banga min ji jinan re; Em netirsin, em li mafên xwe bigerin. Heta ku jiyana em dixwazin bi dest nexin divê em paşde gav neavêjin.”