Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 834

Hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane di nava 48 saetan de 69 de bû 37 hezar û 834.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê der barê roja 267’an a êrişan de daxuyaniyek nivîskî da û agahiyên dawî yên li Zîvala Xezayê parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di nava 48 saetan de li herêmên cuda yên Xezayê 7 komkujî pêk anîne û di êrişên mijara gotinê de 69 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 429 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 834, hejmara birîndaran jî bû 86 hezar û 858.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hê jî di bin xirbeyan de û li ser riyan cenaze hene, ji ber astengiyan tîmên rizgariyê nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.

Ji 10 zarokan 9 jê bi xelaya xwarinê re têdikoşin

Mudurê Nexweşxaneya Kemal Advan Ebu Safiye bang li Saziyên Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku di demek nêz de derman, sotemenî û malzemeyên tibî temîn bikin. Di daxuyaniya herî dawî ya NY’ê de hat diyarkirin ku li Xezayê ji 10 zarokan 9 jê bi pirsgirêkên xelayê re têdikoşin û kêmxwariniyê jî riska metirsiyê zêde kiriye. Li gorî ku ofîsa ragihandinê ya Xezayê duh ragihandibû, heta niha 33 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.