Hejmara dawî ya rojnameya Newaya Jin derket

Hejmara dawî ya rojnameya Newaya Jin cih da jiyan û têkoşîna jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameya mehane Newaya Jin ku li Ewropa weşanê dike, hejmara destpêkê ya 2025’an derxist. Rojnameyê rûpelên xwe ji komkujiya Parîsê re veqetand, bi nivîsên Çîgdem Dogu, Rûşen Samsat, Haskar Kirmizigul, Denîz Omurcan, Mazda Marya, Medya Botan, Rojbîn Denîz, Denîz Nûdem, Zeryan Bîlgîn, Bişeng Sara, Hêvî Amed, li ser armancên komkujiya Parîsê û biyografiya şehîdên Parîsê re veqetand.

‘Şervanek hosta bû’

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dugu di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Asaleta şoreşgerî ya dimeşe: Sakîne Cansiz’ behsa yek ji pêşengên Tevegra Jinên Kurd Sakîne Cansiz kir. Sakîne Cansiz ku tovê şoreşa jinan avêt, veguherî efsaneyê, bi gotina ‘Lêgerîna xweşiktiyek bê qisûr, zêdebûna enerjiyek ku xilas nebûye, hunermenda hosta ya têkiliyan û weke şerkera yaman’ tarîf kir. 

Denîz Omurcan jiyan û têkoşîna Fîdan Dogan (Rojbîn) nivîsand. Denîz Omurcan got: “Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmê wêdetir peymana azadiyê ye.” Mazda Marya û Bîşeng Sara, lêgerîna Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Ewropayê mezin bûye nivîsandin.

Terzê şer ê dema nû

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Şamsat di makaleya xwe ya bi sernavê “Terzê şer ê dema nû qetliamên Parîsê” bal kişand ku sîstema kapîtalîst êdî tu argumana lîberal, çarçoveya hiqûqî pêwîst nabîne, bi destên çêkerên kontra paramîlîter xwe dispêre operasyonan, şerek dide meşandin. Haskar Kirmizigul, yekitiya jinên hatine qetilkirin ji Meksîkayê heta Hindistanê, ji Maltayê heta Efrîqaya Başûr li giştî cîhanê xalên wan ên bingehîn analîz kir. Medya Botan jî anî ziman ku bi jinan têkoşîna xwe ya bi felsefeya ‘Jin Jiyan, Azadî’ didin meşandin, wê qetliaman ronî bikin.

Di heman demê de behsa Evîn Goyî ku jinên Kurd li Parîs dijîn kirin mêhvanê mala xwe û bûn şahidê himendiya azadî û azweriya wê kirin. Seroka şaredariya herêma 10’emîn ya Parîsê Alexandra Cordebard di hevpeyvîna xwe ya di Newaya Jin de, der barê qetliamên Parîsê de xwest astengiya ‘sirê dewletê’ were rakirin.

Fatma, Sêvê, Pakîze

Di rojnameyê de behsa pirtûka Sakîne Cansiz ya bi navê “Jiyana Min Her dem Şer bû” hatiye kirin.

Denîz Nûdem bi nivîsa bi sernavê “Payîzokên Botanê: Fatma, Sêvê, Pakîze” jiyan û têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku di berxwedana rêveberiyên xweser de hatin qetilkirin kir mijar.

Geşedanên li Rojhilata Navîn

Rojnameyê cih da geşedanên li Sûriye û Rojava. Di rûpela forumê de nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ku îro geşedanên tên jiyîn îsbat dike. Dosyaya ku ji aliyê Zeryan Bîlgîn ve hatiye amadekirin, xeta azadiya jinan a di Rojhilata Navîn de girtiye dest. Rojbîn Denîz geşedanên li Sûriyeyê di aliyê şerê cîhanê yê 3’yemîn de, weke berdewamiya armanca dîzaynkirina herêmê nirxand, îşaret bi xeterên nû yên li ser jin, gel, baweriyan e kir.