Hejmara 41’emîn a Kovara Jin derket

Kovara jin vê hefteyê bi sernavê “Bîrdoziya saxlemker cudakariyê kûr dike” balê dikşîne ku bi bîrdoziya saxlemker jin her car rastî cudakariyê tên.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 41’ê ya Kovara Jin bi sernavê “Bîrdoziya saxlemker cudakariyê kûr dike” derket. Di vê hejmarê de, li ser jinên astengdar ên ku ji ber bîrdoziya saxlamker her dem rastî cudakariyê tên.

Hatîce Betul Çelebî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Tevî ku em bêhnê didin û digrin carna dem disekine?” balê dikşîne ser zehmetiyên ku jinên astengdar ji ber kêmasiyên zagonan dikşînin. Anchal Bhateja bi nivîsa xwe ya wergerê ya bi sernavê “Jinên astengdar û ji derve hiştina: Zagonên me dostên astengdaran in?” li ser zehmetiyên ku jinên astengdar ji ber zagonan dikşînin.

Hulya Osmanagaoglu bi nivîsa xwe ya “Kapîtalîzma patriyarkal: Lihevkirina jiyana malbatê û kar, fona malbatê û nefeqe” balê dikşîne ser gotinên desthilatdariyê yên “jiyana pîroz.”

Sernavên nivîsên di hejmara nû de ev in:

*Tevî ku em bêhnê digrin û distînin jî dem disekine?/Hatîce Betul Çelebî

*Jinên astengdar û li derve hiştin: Zagonên me dostên astengdaran in? /Anchal Bhateja- Werger.

*Bedenên ku bi îstîsmar û şîdetê re têdikoşin: #Jinên astengdar îsyan dikin/ Anusha Misra

*Kapîtalîzma patriyarkal: Lihevkirina jiyana malbat û xebatê, fona malbatê û nefeqe Hulya Osmanagaoglu

*Her tişt pêkan e: Bi bîranîna Leyla Mustafa / Werger– Ekîba Kovara Jin

*Mafya bes nebû terîqetan Kibris dorpêç kirin/ Hevpeyvîna bi rojnameger Ayşemden Akin re-Neslî Şahîner.