Girtiyên Zîndana Qezel Hîsar: Em greva xwe bi demkî rawestînin
Girtiyên li Zîndana Qezel Hîsar a li bajarê Qeracê ya Îranê gotin: “Ji bo em fersendek bidin desthilatdaran ji bo ku sozên xwe bicih bînin, me biryar da ku em greva xwe bi demkî rawestînin. Ger ev soz neyên pêkanîn, grev dê ji nû ve dest pê bike.”

Navenda Nûçeyan – Zîndana Qezel Hîsar a li bajarê Qeracê ye, şahidî li yek ji tevgerên protestoyî yên herî girîng ên di hundirê zîndanên Îranê de kir. Demeke beriya niha çend girtiyan ragihandin ku ji bo protestokirina zêdebûna darvekirinan û cezayên darvekirinê ya ku rewşeke xemgînî û hêrsê di nav girtîyên zindanê de pêk aniye, dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyan di 19’ê Cotmehê de ragihandin ku 16 hevalên wan ên girtî, di hucreya yekkesî de ji bo amadekirina darvekirinê hatine bicihkirin. Girtiyan dan zanîn ku cezayên darvekirinê bûye sedema destpêkirina grevê û ev agahî dan: “Ji bo em fersendek bidin desthilatdaran ji bo ku sozên xwe bicih bînin, me biryar da ku em greva xwe bi demkî rawestînin. Ger ev soz neyên pêkanîn, grev dê ji nû ve dest pê bike.”
Raporek hat weşandin û tê de hat ragihandin ku 6 ji girtiyên ku berê ji bo darvekirinê kirine karantîna û hucreya yekkesî, vegerandine beşa xwe ya duyemîn. Hat diyarkirin ku piştî derbasbûna demjimêran, hejmarek ji rayedarên dadwerî yên payebilind hatin zîndanê. Li gor agahiyan, di hevdîtina wan a bi girtiyan re pêk hatiye de hatiye ragihandin ku bicîhanîna cezayên darvekirinê yên girêdayî sûcên tiryakê di zîndanê de, bi derfeta ji nû ve nirxandina cezayan û nîqaşkirina wan a di parlamentoyê de, herî kêm 6 meh tê rawestandin.