Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel dê bê emeliyatkirin

Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya 60 salî ku li girtîgehaTîpa R ya Menemenê girtiye, ji ber xitimandina damaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk. Doktoran diyar kir ku divê Muhlîse emelyata dil bibe.

Navenda Nûçeyan – Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya 60 salî ku li girtîgehaTîpa R ya Menemenê girtiye, di 4’ê Gulana 2023’an de ji ber xitimandina damaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk.  Muhlîse di 22-26’ê Çile de du caran anjiyo bû û 26’ê Çile de dîsa rakirin nexwşexanê. Doktoran got divê Muhlîse ji dil emelyat bibe.  Ji bo emelyatê li bende erêkirina malbatê ne.

Muhlîse ku tevî nexweşa girane ji ber rapora ATK’ê nayê berdan.