Girtiya nexweş Hatîce Yildiz rakirin nexweşxaneyê

Hatîce Yildiz a 75 salî; ku ji ber pere ji keça xwe ya li girtîgehê û hevalên wê re şandibû, bi sedyeyê hatibû binçavkirin û girtin, ji ber nexweş ket rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan- Der barê Hatîce Yildiz a 75 salî de bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” doz hatibû vekirin û 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî ku dadgeha îstînafê biryar erê kir, Yildiz bi sedyeyê ji malê hatibû derxistin û dûre jî biribûn girtîgehê. Hat zanîn ku gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene, li girtîgehê rewşa wê giran bûye û wê rakirin nexweşxaneyê.

Bi sedyeyê wê ji malê derxistibûn

Polîsên ku di 23’yê Adarê de çûn mala Hatîce Yildiz a li Esenyurta Stenbolê, wê bi sedyeyê ji malê derxistin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Nexweşiyên weke tansiyona bilind, çav, fitiqa piştê û xwarbûna pirûskê yên Hatîce Yildiz hene. Ji ber van nexweşiyan jî wê rakirin nexweşxaneyê.

Ji ber ku îro roja hevdîtinê bû, dema xizmên Hatîce Yildiz ji bo serdanê çûn girtîgehê, hat gotin ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadî Konukê hatiye kirin.

Parêzerên Hatîce Yildiz ji bo muwekîla xwe, duh serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn.