Gefên li ser Gohar Eshghi ya ji bo kurê xwe edaletê dixwaze didome

Gefên li ser dayika Gohar Eshghi û malbata wê ya ji bo kurê xwe Sattar Beheshti yê ku li Îranê hatibû qetilkirin lêgerîna edaletê didomîne, berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan – Rojnemevanê hemwelatî Sattar Beheshti, piştî ku li Komara Îslamî ya Îranê hatibû binçavkirin bi îşkenceyê hat qetilkirin. Malbat û dayîka wî Gohar Eshghi têkoşîna edaletê ya ji bo dîtin û darizandina kiryaran de didomînin, gelek caran bi metirsiya îşkence, girtin û mirinê re rû bi rû hatin.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin û çavkaniyên rêxistina mafên mirovan Gohar Eshghi dayika Sattar Beheshti yê ku berî demekê hatibû qetilkirin, xwişk û hevjîna wî hatin binçavkirin û lêpirsînkirin. Hat zanîn ku jinan, bi îşkenceyê hatin binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî gef û îşkenceyê hatin. Endamên malbatê piştî lêpirsînê hatin berdan.

Gohar Eshghi, bi video peyam ragihand ku malbata wê rastî zext û gefan tê û got; “Ger tiştek bi serê me bê berpirsiyarê wê serokê vî welatî ye. Xençera we ya jehrî bi dehan salan e li ser serê me ye, lê ez û em, li ser piyanin ku we efendiyan derxînin. Bê guman em ê rojekê we ji van axan derxînin û edaletê bînin. Ji bîr nekin ku em ji mirina ji bo vî welatî natirsin. Gef li me nexwin.”

Dayika Gohar Eshghi ji ber çalakiyên xwe yên edaleta ji bo kurê xwe û kesên di îşkenceyê de hatin qetilkirin, gelek caran hat binçavkirin û girtin. Di Mijdara sala borî de dema ku di binçavkirinê de dihat îşkencekirin, krîza dil derbas kir. Di dîroka 9'ê Kanûna 2021'an de dema xwest biçe serdana gora kurê xwe, rastî êrîşa motosîkletê hat.