Feryal Silêman Xalid li Dêrazorê hat bibiranîn

Siyasetmedara Kurd Feryal Silêman Xalid li Dêrazorê bi pêşengtiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê û nûnerên saziyên sivîl, herêmî û leşkerî bi merasîmekê hat bibîranîn.

Navenda Nûçeyan-Di merasîmê de hevseroka Meclisa Herêma Rojava Şeyma El Elî axivî û wiha got: "Em şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hember fedakariyên wan ditewînin. Bila serê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbata fermandar Zelal Zagros sax be."

Şeyma wiha domand: "Ew hewl didin kesayetên têkoşer mîna şehîd Zelal Zagros ku di oxira azadî û rûmetê de canê xwe daye, têk bibin."

Şeyma wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em soz didin ku li ser rêça şehîd heta pêkanîna serkeftinê bimeşin."

‘Hevrê Zelal Zagros sembola berxwedan û têkoşînê bû’

Li aliyekî din jî Hevseroka Yekitiya Giştî ya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nûr El Hisên axivî û wiha got: "Hevrê Zelal Zagros zêdetirî 30 salî di oxira pêkanîna mafên gelê Kurd, azadiya jinan û pêxistina wan di tevahî aliyên jiyanê de bi taybet di qadên şer de têkoşiya. Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer bû. Şehîd sembola berxwedan û têkoşînê bû."

Nûr bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk li dijî têkoşeran şermezar kir û got divê sûcdar werin cezakirin.

Endama rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê Sewsen El Mihemed axivî û soza şopandina rêça wan da.