Endamên Ji bo Filistînê Hezar Ciwan hatin berdan

Ji koma Ji bo Filistînê Hezar Ciwan 13 kesên ku ji ber bazirganiya SOCAR’ê ya bi Îsraîlê re şermezar kirin bi ser malên wan de girtibûn û hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- 13 ciwanên ji Tevgera Ji bo Filistînê Hezar Ciwan danê sibehê di serdegirtina malan de piştî ku li dijî SOCAR’ê ya ku petrol difiroşe Îsraîlê şermezar kirin, hatin binçavkirin.

13 ciwanên ku rojekê hatin binçavkirin, ji bo îfadeya li dozgeriyê bigrin sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin. Serdozgeriyê bi daxwaza kontrola edlî 12 kes sewqî dadgeriyê kirin û 1 kes jî ji bo girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadger biryara berdana her 13 kesan da.

13 kesên ku hatin berdan, dema ji edliyeyê derketin bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Di hesaba X’ê ya Ji bo Filistînê Hezar Ciwan de ev nivîs hat parvekirin: “Me hevalên xwe girtin! Ya ku hûn li salonên dadgehê daraz dikin ne tenê em in, berxwedana bi rûmet a Filistînê ye! Hûn ê nikaribin dengê întîfadayê bibirin.”