Endama KJAR'ê Varişa Muradî li Îranê hat revandin

KJAR'ê ragihand ku endama wê Verîşe Muradî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye revandin û nayê zanîn birine ku derê û ji jiyana wê bi fikar in

Navenda Nûçeyan – Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ragihand ku di 1’ê Tebaxê de endama wan Varîşa Muradî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye revandin û çarenivîsa wê nediyare.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Varîşa Muradî dema ku li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û jinan dikir hat revandin û wiha hat gotin: "Varişa Muradî li nêzî bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye revandin û birin cihekî nediyar.

'Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê jiyana wê ye'

Daxuyanî wiha dewam kir:

“Di vê heyamê de malbata Varişe Muradî berdewam li keça xwe geriyan, lê dezgehên ewlehiyê der barê aqûbeta wê de ti agahî nedan. Vê rewşê fikarên civaka me zêde kir. Hevrêyê me ji aliyê hêzên Saziya Îstixbarata Şoreşger û Wezareta Îstixbaratê ve hate revandin. Em Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana hevalê xwe berpirsyar dibînin.”

Windakirina bi darê zorê ya çalakvanên siyasî û sivîl li Îranê xwedî dîrokeke dirêj e. Hate zanîn ku windakirin ku di nav sûcên li dijî mirovahiyê de ye, bi taybetî di salên 60’î û şûnde li welat bi tundî hate jiyîn.