Emîne Osê: Li Sûriyeyê pêşeroja jinan di xeterê de ye

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Emîne Osê têkildarî geşedanên li Sûriyeyê destnîşan kir ku ji ber kiryarên komên cîhadîst li Sûriyeyê pêşeroja jinan di xeterê de ye û got ku yekane riya çareseriyê, pergala Rêveberiya Xweser e.

Navenda Nûçeyan – Endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Emîne Osê der barê pêvajoya heyî de ji ajansa me re nirxandin kir. Osê diyar kir ku hilweşîna rejîma Baas her çiqas kêfxweşiyek ji bo gelan çêkiribe jî bi hatina HTŞ’ê û rewşa di rojevê de metirsiyek ji bo gelên Sûriyeyê çêbûye.

Emîne Osê wiha got: “Rejîma Baasê 61 salan li Sûriyeyê hukum kir. Pergaleke diktatorî, îstixbaratî û hişk li ser gelê Sûriyeyê da meşandin. Di bin siya vê pergalê de hemû gelan êş kişandin, bi zextên mezin re rûbirû man. Lê herî zêde yên ku bi  zext, zordarî û hikmên hişk re rûbirû man gelê Kurd û jinên Kurd bûn.  Di pêvajoya 61 salan de, hem nasname ji wan hat girtin hem zimanê wan hat qedexekirin hem li ser çanda wan tekperestiyek hat ferzkirin. Ji ber wê yekê jî sê qat erk ji wan dihat xwestin ku xwe bi rêxistin bikin. Di pergala Baasê de ji bo hemû pêkhateyan, bi taybetî jî jinan binpêkirina mafan di asta jor de bû.”

Gotinên Eyşe Dibis ji bo jinan xeterê nîşan dide

Emîne Osê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên di dema rejîma Baasê û di dema cîhadîstên bi navê HTŞ’de yên li ser jinan hatine pêkanîn û wiha şîrove kir; “Di dema rejîma Baasê de  hemû jin di bin sîwana yekitiya jinan de ku yekser ji aliyê hevjîna serokê dewletê ve dihat birêvebirin de hatibûn gel hev. Lê belê ev yek têkoşîna ji bo azadiya jinan nebû. Berovajî wê jin wê çawa mala xwe baş bi rê ve bibin, zarokên xwe xwedî bikin û ji hevjînê xwe re xizmeteke baş bikin, dihatin perwerdekirin. Lê der barê, beşdarbûna siyasetê de, di hemû qadên jiyanê de ango zanistî, siyasî, aborî, tendurustî û hwd. de jin wê çawa tevli bibin, projeyek an jî fikrandinek tunebû. Di bingehê de hemû mafên jinan dihatin binpêkirin. Ji rejîmeke dîktator elbet bendewarî nabe. Îro jî em mêze dikin di bin banê cîhadîstên HTŞ’ê de ku niha Şamê bi rêve dibin jî heman zihniyet li dijî jinan di meriyetê de ye. Em ji axaftinên wezîr Eyşe Dibis vê yekê dibînin ku ew jî îro ji bo jinan heman tiştê dibêje. Erka Eyşe Dibis çareserkirina pirsgirekên jinan e. Lê di hevdîtina xwe ya yekem de zihniyeta xwe ya li hemberî jinan diyar dike. A rastî ev axaftin tê wateya ku wê di pêşerojê de li Sûriyeyê çi li benda jinam be. Her çiqas hinekan xwestin ji bo ku bertek li dijî van axaftinan çênebin ser bigrin jî; wê bi zimanekî vekirî da diyarkirin ka nêrînê wan ji bo jinan çi ye. Ev jî ji bo jinan tê wateya şikandina îrade, hebûn û azadiyê.

Dixwazin di her warî de li ser jinan hukum bikin

Piştî 61 salan ku ji bo pêkhateyan, bi taybetî jî ji bo jinan êş, azar û  newekhevî zêde bû, hebûna HTŞ’ê ya li Sûriyeyê ji hêla parastina mafan ve metirsiyên heyî zêde dike. Colanî di gava yekemîn de behsa pêkanîna şerîeta îslamî ya hişk dike û weke zagon jî vê bi dest digre. Heta em dikarin bibêjin ku wê tu mafê jinan tunebe. Di dîmenê yekemîn de em dibînin ku dixwazin zagonên li Îdlibê pêk dianîn li tevahî Sûriyeyê pêk bînin. Bi xetên sitûr em bînin ziman wê li ser serê jinan heta tiliya jinan, heta mejiyê jinan zagonên hişk bên sepandin. Jin bi vî awayî weke hebûn jî nayên dîtin. Mafê xebat û rêxistinbûnê wê tunebe. Jin di tu derên jiyanê yên weke zanistî, tendurustî, aborî, siyaset, dîplomasî û hwd. dê tunebin.  Her çiqas di destpêkê de dibêjin; ‘em ne li dijî fêrbûna jinan in’ lê xuyaye ku ew fêrbûna jinan di çarçoveya mufredatên olî de digrin dest û wê wisa jî pêk were. Di heman demê de di mafên civakî û siyasî de jî jin wê bikevin rewşeke pir xirab. Di aliyê siyasî de pergaleke ku xwe dispêre fikrên selefî, cîhadî bêguman di huqûqa siyasî û civakî de jî wê rola jinan qet tunebe. Di asta herêmî de jî wê li ser jinan bandoreke neyînê çêbike.”

Pêwîst e muhalefetek xurt derkeve

Emîne Osê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ger li dijî zihniyeta HTŞ’ê muhalefeteke xurt bê meşandin ew ê nikaribin li ser jinan van pêkanînan bidomînin û got: “Ger di qadên civakî, siyasî, dîplomasî û hwd. de muxalefetek li dijî zihniyeta HTŞ’ê hebe wê encamek erênî bê girtin. Civakeke ku bi rêxistinbûn û rengîniya xwe dixwaze bijî wê çawa bikaribe li hemberî şerîet û zagonên îslama selefî, hişk têbikoşe? Ev girîng e. Ji bo wê jî pêwîstî bi hevgirtineke xurt heye. Tiştê ku xuya dike, li Sûriyeyê ku rengîniya gelên Kurd, Durzî, Ereb, Elewî, Xirîstiyan ango pir netew û pir mezhep heye, pergaleke şerîetê ku tenê zagonên îslamê yên hişk esas digre dê nikaribe bimîne. Bi hukmê zorê jî ferzkirina şerîetê li ser pêkhateyên di Sûriyeyê de bi darê zorê wê bibe sedema gelek qirkirin, şikandina îradeyê. Bi zorî teşedayîna civaka Sûriyeyê wê bi xwe re karesateke pir mezin bîne.”

Emîne Osê li ser bûyerên di demên dawî de çêdibin jî wiha got: “Di van demên dawî de gelek bûyerên ku derdikevin çi navê cuda li wan bê kirin, bila bê kirin sînyalê pêvajoyeke wisa ye. Ango hemû çand, pêkhate, netew, baweriyên cuda yên li Sûriyeyê dijîn dixwazin bixin nava sînorê şerîetê. Ruxmê ku hê destûra bingehîn nehatiye nivîsandin jî zagonên ku li Idlibê pêk dianîn, weke yên sereke ji bo xwe esas digrin. Mînak derketina jinan a derve, beşdarbûna wan a çalakiyan qedexe ye. Di cihên giştî de de jin û zilam lazim e ji hev cuda bin. Di nava kar de nabe ku jin û zilam li cem hev bin. Di heman demê de jin bi tena serê xwe naber derbikevin derve, lazim e hevjîn an jî birayê wan bi wan re be. Di heman demê de modela jinên sergirtî weke modelekê pêşkêşkirin û hêdî hêdî propagandaya wê tê kirin. Ev yek metirsiyên mezin ji bo giştî jinan ava dike.”

Pêwîst e jinên Sûriyeyê bi hev re rûnên û li ser rewşê nîqaş bikin

Osê diyar kir ku ji bo nûneriyek wekhev li hemberî van kiryaran çêbibe lazim e jinên di nava Sûriyeyê de bi rengekî giştî bi xebatên hevbeş, nêrînên bi dengekî bînin ziman, bi îsrar di qadan de têkoşîneke xurt bidin meşandin. Emîne Osê wiha domand: “Di hemû komîteyên destûra bingehîn ên ku bên nivîsandin de di danûstandinên girêdayî pêşeroja Sûriyeyê de lazim e nêrîna jinan pir eşkere û diyar be. Ji bo ku bikaribin rola xwe aktîf di destûra bingehîn de bilîzin û mafên xwe bixin bin temînatê, kotaya jinan divê ji sedî 50 kêmtir nebe. Niha em mêze dikin li Sûriyeya nû de kotaya jinan ji sedî yek jî nîn e. Di heman demê de pîvana wekheviya di navbera jin û zilam de lazim e di destûra bingehîn de bê diyarkirin. Ji bo ku piştgiriya mafên wan bike û bi tenê nemînin; divê jin xwe bi rêxistin bikin û hevgirtina xwe bi rêxistinên siyasî û civakî re ava bikin. Ev jî ji aliyê rêxistinên jinan ve lazim e bê piştgirîkirin û xurtkirin. Niha hemû hewldanên tevgerên jinan lazim e ew be ku li ser esasê vê nêrînê li ser maseyê werin cem hev.

Ji bo ku bikaribin zextê di warê navneteweyî de çêbikin, bi rêxistinên ku bi mafên jinan re eleqedar in re di nava têkiliyê de bin. Ji bo ku mafên jinan di destûra bingehîn a nû de were parastin ev yek pir girîng e. Di heman demê de lazim e tevgerên jinan gelek biryarên ku di warê navneteweyî de hene weke biryara 1325’an bixin rojeva xwe û hemû cîhanê. Her wiha ji bo ku di makezagona demên pêş a Sûriyeyê de di hemû komîteyên wê de beşdarbûneke adil çêbibe têkoşînek bê meşandin. A herî girîng jî ew e ku hinek zagonên berê ku weke ferqeke mezin di navbera jin û zilam de ava dikir û nediket xizmeta jinan, bên guhertin. Ji ber ku gelek zagonên bi vî rengî hebûn. Mînak zagonên rewşa şexsî di heman demê de cezayên ku girêdayî rewşên şexsî (wek zagonên malbatê) ku girêdayî kuştina jinan bi navê şerefê bi navê namûsê hebûn bên rakirin. Pêwîst e zagonên li ser esasê parastina jinan, şîdeta li ser malbatê, ya li ser jinan radike di heman demê de hemû şêweyên şîdetê yên ku jin rûbirû dimîne, bi zagonên ku jinan ji şîdetê diparêze re bên guhertin. Di heman demê de zagonên di dema hevbardanê de mafên jinan jî esas digre lazim e hebin ku zarok bigihîjin dayika xwe ango mesuliyeta zarok li ser jinan be.”

Çareserî pergala Rêveberiya Xweser e

Emîne Osê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e hemû rêxistinên jinan ji bo Sûriyeya demokratîk ava bibe têbikoşin û wiha berdewam kir: “Destpêkê rêxistina Kongra Star û hemû rêxistinên di nava Sûriyeyê de ji bo parastina pirrengî û cudahiya çanda Sûriyeyê weke gaveke esasî û girîng têkoşîn hebe. Bêguman di Sûrîyeya rengînî, pir netew, pir mezheb de sîstemeke navendî ya ku xwe bispêre şerîetê wê ji bo civaka Sûriyeyê nebe çareserî.

Eger bi zorî jî ev sîstem bê ferzkirin wê bi xwe re qirkirinê bîne, wê bi xwe re tunekirina gelek çandan bîne. Sûriyeya ku weke gulistaneke rengîn e û her yek li şûna bi rengê xwe tevli jiyanê bibe, wê weke çoleke yek reng be ku kesek naxwaze lê binêre û lê bimîne. Ji bo wê jî sîstema ku li Sûriyeyê bibe sedem aramî çêbibe, gel li gorî çanda xwe, xwezaya xwe bijîn; sistema Revebiriya Xweser e. Bi vî rengî wê hebûna pêkhateyên Sûriyeyê jî bê parastin. Eger mezheb û neteweyên li Sûriyeyê bên parastin dê ev rengîniya li Sûriyeyê bibe mînak. Ji bo wê jî projeya Rêveberiya Xweser esas e, projeya demê ye. Projeyeke ku bêyî xwîn bê rijandin, qirkirin çêbibe, çareseriyê pêk tîne ye. Hem cudahiya xweşikbûna Sûriyeyê, neteweyên heyî pêkhateyên heyî biparêze hem jî bihêle ku Sûriye bibe mînakeke demokratîk di Rojhilata Navînd e.”

Pêkanînên li dijî Elewiyan şikandina rûmetê ye

Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de behsa pêkanînên li ser Elewiyan jî kir û got; “Rêbazên niha ji aliyê HTŞ’ê ve li ser gelê Elewî tên kirin rêbazên şikandina rûmet, îradeya Elewiyan e. Însan ji însanbûnê derxistine. Ne li gorî çanda Sûriyeyê ye. Lazim e saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî çavderiyeke baştir bikin. Ji bo ku ev pêvajo veneguhere şerekî din ê navxweyî, mezhebî lazim e her kes baldar be. Binpêkirin li ser mirovahiyê tên kirin. Çi dibe bila bibe ji kîjan neteweyê dibe bila bibe di bin navê şûnmayînên rejîmê yan jî şûnmayînên Îranê de nêzîkatiya ji civaka Elewî re tê kirin ne exlaqî ye. Di raya giştî de jî vê nêrînê wisa didin xuyakirin ku ew şûnmayînên rejîmê ne û van kiryaran rewa dibînin. Lê ev hemû binpêkirinên mafên mirovan in. Hemû kiryarên ji derveyî mafên mirovan lazim e neyên qebûlkirin û li dijî vê bertek werin raberkirin.”