Emîne Şenyaşar lêgerîna xwe ya 'edaletê' li Enqereyê didomîne

Emîne Şenyaşar nobeda edaletê ya ku ji bo 2 kurên xwe û hevserê xwe yên hatin qetilkirin ji Rihayê bir heta Enqereyê, didomîne.

Navenda Nûçeyan – Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê (Riha) ji aliyê cerdevan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin, lêgerîna edaletê berdewam dike.

Emîne Şenyaşar di roja 28’emîn a Nobeda Edaletê de ye ku ji Rihayê ber bi Enqereyê ve bir. Emîne Şenyaşar a bi pankarta "Edalet" li ber Wezareta Dadê rûnişt, xwest kesên hevjîn û 2 kurên wê qetil kirine bên darizandin û kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan. 

Emîne Şenyaşar a îro jî nekarî muxatabê xwe bibîne, nehat girtin Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.