Efrînî ji ber metirsiya erdhejê li pêşiya malên xwe kon vedan

Jinên Efrînê yên ku koçî kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn ji bo xweparastina ji erdhejê konên biçûk li pêşiya malên xwe vedan.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 6'ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê ji ber erdheja bi pileya 7,8 ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû, zirarên gelek mezin çêbûn. Erdheja ku li deh bajaran bû sedema hilweşîna bi hezaran avahiyan, li herêmên Sûriyeyê jî bandor kir û bi hezan kesan jiyana xwe ji dest dan. Roj bi roj hejmara qurbaniyên vê karesetê zêde dibe, ji vê erdhejê kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zirar dît.

Koçberên Efrînê yên ku li Şehba ya hê jî di bin ambargoya hikumeta Şamê de ye li pêşiya malên xwe konên biçuk vedan tenê bi armanca xweparastin ji erdhejê ye. Jinên Efrînê yên koçber û li gundê Maratê ya navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûne, der barê konên vedane de axivîn.

‘Bi erdhejê re mala min zêdetir zirar dît’

Emîna Koleş ku ji xelkê gundê Senarê yê kantona Efrînê ye bi armanca xweparastina ji erdhejê konek bi amûrên hêsan li pêşiya malê xwe vekiriye dibêje: "Em ji Efrînê ji ber êrîşên dijmin koçî Şehbayê bûn. Li Şehbayê gelek mal, ji ber şer têra xwe zirarê dîtine û bi xisar in. Erdhejê jî zirarên mezin bi xwe re anî. Malên me zirarê dîtin û bi erdhejê re hê dîwarên wan terikîn lewre em neçar man konek xwe li pêşiya malê vedin. Di bin konê de 7 kes bi cih dibin. Tenê êvarê em di bin vê konê biçûk de radizên. Zarokên min li Helebê bûn ji ber erdhejê hatin gel min, em bi hev re di bin konê de dijîn. Daxwaza min ew e ku ez vegerim Efrînê û bila bi vê konê biçûk li welatê xwe bijîm. Xwezî ez tayek rihan bûma û li ber deriya mala xwe, li Efrînê bûma."

Di konek biçuk de 19 kes dijîn

Emîna Hisên a ji welatiyên navçeya Cindirêsa Efrînê ye, bi 19 kesên ji malbata xwe re di bin konê de dijî wiha got: "Em li gundê Maratê yê Şehbayê dijîn. Ji ber top û dagirkeriya dewleta tirk me dev ji axa xwe berda û rûmeta xwe ji qirkirinê parast. Dema erdhejê, di bin baran û sermayê de em ji mal derketin û heya sibê di bin betaniye û sermayê de em li derve rûniştin. Zarokên min li Helebê di avahiyan de dijîn ew jî gelek bi xeter e lewre niha hatine gel me Şehbayê, zarokên wan biçûk in û ditirsin. Bi naylon û betaniyeyan me konek ji xwe re çêkir û 19 kes tê de dijîn. Rêveberiya Xweser li gorî derfetan bi me re dibe alîkar û pêdiviyên me pêk tîne."

Di romorkê de ji xwe re kon çêkirin

Sedat Reşîd anî ziman ku ji ber erdejê wan di nava romorkê de konek vekirine û wiha got: "Ji ber ku li Şehbayê gelek malan zirarê ji şer û pevçûnan dîtine û bi xisar in, em neçar man di erdehjê de bi derfetên heyî konek li pêşiya mala xwe vekin. Me ji xwe re di romorkê de konek çêkiriye û em êvare de di nav der radizên. Lê cih teng e ji ber vê heya sibê em rûniştî radizên, tenê ji bo ku dema erdhej çêbibe em xwe biparêzin. Mirov û xizmên me li Cindirêsê hemû di bin kavilan de man û wefat kirin. Ger baran bibare wê av bikeve bin konên me ji ber bi amûrên heyî di mal de me ava kiriye, her wiha dorpêça li ser me jî dihêle ku Rêveberiya Xweser hin astengiyan bibîne lê dîsa bi me re dibe alîkar. Kurê min li Helebê ji ber erdhejê birîndar bû dema ku ji malê derdiket kevir li ser lingê wî de ket û me ew emeliyat kir. Em 15 kes di konek de dijîn."