Doza derbarê revandina zaroka Êzîdî de bi awayek girtî hate dîtin

Danaşîna doza Sabah Alî Oruç ê ku ji doza derbarê revandina zaroka keç a Êzidî tê darazandin, bi awayek girtî hate dîtin. Nûnerên rêxistinên hiqûqê û Parlamenter Adalet Kaya ku xwestin dozê bişopînin, ji salona dadgehê hatin derxistin.

Navenda Nûçeyan- Danaşîna derbarê doza zaroka keç a Êzîdî ji aliyê DAÎŞ’ê ve di sala 2017’a de revandiye Tirkiye û piştre bi rêya înternetê (dark wep) xwestiya bi firoşe, li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran hatî vekirin berdewam dike.

Di danaşîna dûyemîn a hatî dîtin de, bersûc endamê DAIŞ’ê Sabbah Alî Oruç ku ji ber revandina zaroka Êzidî bi sûcê “Zarok bi rêyên qaçax aniye Tirkiyeyê û ji azadiya xwe bêpar hiştiye” dihat darizandin amade bû. Li gel Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê jî gelek kes ji bo şopandinê tevlî danişînê bûn.

Ên ku danaşîn di şopandin ji salonê hatin derxistin

Nûnerên rêxistinên hiqûqê xwestin beşdarî danişînê bibin lê bi hinceta ku danişîn girtî ye ev daxwaz hate redkirin û ji aliyê polîsan ve ji salona dadgehê hatin derxistin. Şandeya dadgehê li dijî parêzeran gotina “Nasnameyên xwe deynin, ezê giliyê we bikim” bi kar anî. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya jî ji salona dadgehê hate derxistin. Daxwazên beşdarbûnê yên parêzeran nehatin girtin. Parêzeran jî têkildarî mijarê girtekname girtin û gotin ku dê ji baroyê re ragihînin. Danişîn, bi awayekî girtî hate dîtin.