'Divê rakirina xirbeyan bi awayê zanistî û ekolojîk were çareserkirin’

Ji Koalîsyona Edalet Îklîmê Melîs Tantan diyar kir rakirin û rijandina xirbeyan nava çeman sûc e û bal kişand ku ji bo pêşî li xeterên ji ber vê yekê çêbibin were girtin divê çareseriyek zanistî û ekolojîk were dîtin.

Semsûr- Li Semsûrê piştî erdhejê bi hezaran avahiyên wê hilweşiyan; nêzî du hefteyan xireyan radikin. Ji bo avahiyên ku xebatên lêgerînê li wan bi dawî bûne û ji bo wan “2 an jî 3 car hatine kontrolkirin”  hatiye gotin, xebatên hilweşandin û rakirinê didomin. Di dema rakirina xirbeyan de ji bo toza ku derdikeve jî tu tedbîr nehatiye girtin.

Xirbeyên ku tên rakirin, dirijînin nava çemê ya Taxa Petrolê yê ku bendava Karakayê jê xwedî dibe. Tevahiya derdora çem bi xirbeyan hatiye dagirtin û 3 deqê carek kamyon xirbeyan dirijînin, du dozer jî wan bermahiyên avahiyan tehm didin nava çem. Derdora çem veguheriye goristana xirbeyan, li bajar hê jî bi sedan avahiyên ku divê werin hilweşandin hene.

'Xwestin delîlên sûc tune bikin'

Ji Koalîsyona Edalet Îklîm Melîs Tantan ku hem ji bo rakirina xirbeyan hem jî cihê ku ev yek lê tên rijandin bibîne hatiye Semsûrê got ku kesên ji rijandina xirbeyan a derdora çem berpirsyar in sûc dikin. Melîs Tantan bal kişand ku ev rewş, hem ji bo mirovan hem jî ji  derdorê pir bi xeter e û wiha domand: “Li Semsûrê pir zû xirbeyan rakirin. Mixabin xirbeyên avahiyên ku di nava wan de cenazeyên mirovan jî hebûn hatin komkirin. Em dibînin ku di nava avahiyên hilweşandî de ji ber cenazeyên mirovan hene rakirina wan sûc e. Loma xwestin di demk zûtir de delîlên sûc ji holê rakin. Ji ber wê hema wisa zû hemû hilweşandin û li cihên nêz rijandin.”

'Madeyên kîmyewî dikevin nava av, ax û hewayê'

Melîs Tantan diyar kir ku cihê xurde lê tên rijandin, ava bendava Karayayê ye û ji bo gelek bajaran ava vexwarinê ye û wiha domand: “Çend roj in hemû xurdeyan dirijînin derdora vî çemî. Bendava Karakaya ya ku ji vî çemî xwedî dibe, ji bo gelek bajarên herêmî çavkaniya ava vexwarinê ye. Gelek madeyên kîmyewî yên weke asbest ku di nava van avahiyên rûxandî de hene, dikevin nava av, ax û hewayê. Ev yek jî dê bi xwe re gelek rewşên bi xeter bîne.”

'Kesên ji vê yekê berpirsyar in sûc dikin'

Melîs Tantan da zanîn ku ev rewş ne tenê ji bo Semsûrê ji bo hemû herêmê bi xeter e û dê ji bo tendirustiyê bibe gef û wiha got: “Ev yek ne tenê li vî bajarî, li bajarên ku rakirina xirbe û xurdeyan li wan heye jî derbasdar e. Li gorî rêziknameya bermahiyan, diviyabû ev der ji berê ve hatibûna diyarkirin. Ji ber wê kesên ku di vê mijarê de berpirsyar in sûc dikin. Di heman demê de peywira xwe baş nakin, li dijî tendirustiya mirovan û li dijî xwezayê sûcên mezin dikin.”

'Divê li ser asasê zanist û ekolojîk çareseriyê bibînin'

Melîs Tantan bang kir ku ji bo ev xetera heyî zêdetir nebe, ji bo avêtina bermahiyên xirbeyan li gorî zanist û ekolojişyê çareseriyek were dîtin û bal kişand ser van yekan: “Cihên çem û qadên xwezayî divê werin parastin. Ger wiha biçe em ê nikaribin pêşî li texrîbatên mezin bigrin. Ji aliyê xwezayê ve jî ev xeterên mezin çêdike û ger pêşî lê neyê girtin em ê sibê nikaribin tiştek bikin.”