'Divê em ji bo jinên Îranê bikevin nava tevgerê'

Parêzvanên mafên jinan ên Misrê yên bertek nîşanî li Îranê qetilkirina Armîta Ground a 16 salî ya ji aliyê 'polîsên exlaq' ve dan, xwestin li dijî otorîteya zordest a Komara Îslamî ya Îranê ji bo jinên Îranê bikevin nava tevgerê.

ASMAA FATHI

Qahîre - Armîta Ground a 16 salî ku di serê meha Cotmehê de li Îranê di metroya Tahranê de ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hatibû derbkirin, piştî têkoşîna jiyanê ya bi rojan a li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Parêzvanên mafên mirovan û jinan ên Misrê, der barê zextên dewletê ya jin li Îranê dijîn de axivîn.

'Piştgiriya ji bo jinên Îranê kêm e'

Parêzera Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misrê û Seroka Bernameya Gihîştina Edaletê Jawaher Al-Taher, diyar kir tundiya li ser jinan di asta kûrewî de zêde bûye û dest nîşan kir Îran yek ji wan welatên ku her tim mafên jinan tê binpêkirin e. Jawaher Al-Taher dest nîşan kir ku li Îranê tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Bi taybetî jî ji jinên qanûn ‘hicabeya ferzkirî’ tê ferzkirin. Pirsgirêka hicabê ji çanda civakî ya ku azadiya jinê tepeser dike û red dike çavkanî digre. Berdewamkirina tundî û zexta li ser jinan tê wateya piştgiriya welatên cîhanê jî ji jinên Îranê re kêm e.”

'Kampanyayên jinan deng veda’

Jawaher Al-Taher balkişand ku ji bo bidawî anîna binpêkirinên li ser jinên Îranî, pêwîstiyek lezgîne ku li ser kesên welat birêve dibin zext bê kirin û wiha got: “Kampanyayên femînîstên Ereb û Îranî ên bi taybet li dijî tundiya li ser jinan didin meşandin, li Misir û Îranê bû encama deng vedanek mezin. Divê ev kampanya bi awayekî organîze û pergalî bên dubarekirin. Em li qadan fêkiyên kampanyayan dibînin.”

'Divê tevgera gel berdewam bike’

Parêzer û damezrînera Înîsiyatîfa Sanad a Piştgiriya Hiqûqî ya Jinan Nesma Al-Khatîb, diyar kir li Misrê ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan ketina nava hewildanan, lê rewşa Îranê cuda ye. Nesma Al-Khatîb wiha got: “Li Îranê kiryar polîs û otorîteya dewletê ye. Li Îranê tundî û zexta dewletê ya li ser jinan berdewam dike. Ji bo misogerkirina edaletê û guhertina rastiya jinê pêwistî tevgereke mûxalîf heye. Divê ji bo parastina jinan, misogerkirina azadî û jiyaneke bi ewle pêwistî tedbîr girîng heye. Nesma Al-Khatîb dest nîşan kir guhertin  ji redkirina hemû zext û zordariyê dest pê bike û wiha got:

“Di rewşa berdewamkirina tevgera gel de, sûc dikare biguhere doz û edalet pêk were. Divê em wek jinên Misrî û jinên li çar aliyê  cîhanê, ji bo jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rastiytek hîn baştir misoger bikin, bixebitin. Divê ji bo jinên Îran û Rojhilata Kurdistanê bigihijîn mafên xwe, barê xebatê ya di mijara blog nivîsandinê aîdê me hemûyan e.”

‘Zext hêrsa me zêde dike’

Parêzvana mafên jinan û rojnamevan Hajar Kamal jî got ku zextên rejîma Îslamî ya Îranê li ser jinan hêrsa wan zêde kiriye. Hajar Kamal bi bîr xist ku Armîta Ground a ku hat qetilkirin xwendekarek 16 salî bû û wiha got:

“Sûcdar polîsên ku ji bo parastina kesan hatibûn erkdarkirin in. Hincetên li dijî mirovahiyê ne û li dijî mafên mirovan in sûc e tundiyê heta ketina komayê, bikarbîne.” Hajar Kamal, bal kişand ku erkên di warê cilûbergan de li dijî mafên mirovan in û wiha got: “Peymanên navneteweyî dibêjin ku divê mafên jinan bên garantîkirin û mafê jinan heye ku derbarê bedena xwe de biryarê bide. Divê civaka navdewletî ji bo sînordarkirina tawanên desthilatdar a Îranê, mudaxaleye bike.”

'Ji bo jinên Îranî divê bikevin nav tevgere’

Hajar Kamal diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rewşa jin û zarokên keç di metirsiyê de ye û wiha got: “Pêwîste cîhan rabe ser piyan û jiyana zarokên keç ji lepên terorê rizgar bike. Di têkoşîna li dijî van desthilatdariyên mêtînger ên ku mafên mirovan û bi taybet jî mafên jinan binpê dikin de rola herî mezin a jinan heye. Pêwîste ji bo jinên Îranî yên ku di bin dorpêçên desthilatdariyê de ne bikevin tevger e.”