Dibe ku xwişka zaroka Êzidî ya di bin parastinê de ye li ba malbata DAIŞ'ê be

Hat îdiakirin ku xwişka keça Êzidî ya 11 salî ku wê dabûn malbata DAIŞ’ê ya wê revandibû, piştî nûçeya di raya giştî de belav bû ket di bin parastinê jî li ba heman malbatê ye. Dayika zarokan dixwaze ji bo karûbarên hiqûqî derbasî Tirkiyeyê bibe.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku keça Kurd a Êzidî ya 11 salî ku di sala 2017’an de ji aliyê DAIŞ’ê revandin Tirkiyeyê û di înterneta kûr de (dark web) ji bo firotinê hat pêşkêşkirin, di operasyona meha Şibata 2021’ê de li Enqereyê li ser mala hucreya rêxistinê de hat rizgarkirin.

Lê piştî ku hat eşkerekirin zaroka keç radestî malbata DAIŞ'ê ya ew revandine hatiye kirin, ket bin parastina dewletê. Têkildarî xwişka keça Êzidî ya 11 salî ya di bin parastina dewletê de ye, agahiyek balkêş hat. Jinek ku hat diyarkirin dayika zarokan e, îdia kir ku keça wê ya mezin a 14 salî jî niha li Enqereyê li mala heman endamê DAIŞ'ê tê girtin.

Di nûçeya ku li ser malpera nûçeyan a Artî Gerçekê hat weşandin de, hat ragihandin ku navê rastî yê dayik û zaroka keç a ku tê îdiakirin li mala çeteyên DAIŞ'ê ye, ji ber ewlehiyê nayên dayîn û her wiha agahiyên têkildarî dîrok, cihê ku dayik ji destên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin û welatê ku niha lê dimîne jî tên veşartin. Li gorî nûçeya Hale Gonultaş a ji Artî Gerçekê bûyer wiha ye:

'Hewldan bêencam man’

Nêzî sê sal in ku em geşedanên têkildarî "keça Êzidî ya li ser înterneta kûr ji bo firotinê hat pêşkêşkirin” ku li ser raya giştî ya Tirkiyeyê deng veda, hewldanên berpirsên Balyozxaneya Iraqê û rêxistinên Êzidî yên neteweyî û navneteweyî yên ji bo dîtina dayika zarok bêencam man. Nêrîna ku dayik û endamên din ên malbatê di komkujiya Şengalê ya sala 2014’an ji aliyê DAIŞ’ê ve pêkhat de hatin qetilkirin an jî di destên DAIŞ’ê de ne, hebû.

'Dayikê wêneyên her du keçên xwe yên beriya katlîama Şengalê hatibûn kişandin şand'

Lê di hefteyên borî de jinekê bi min re ket têkiliyê û da zanîn ku “dayika keçeke Êzidî ya di bin parastina dewletê de ye.” Li gorî îdiayên dayikê, keça wê ya mezin Berfîn a ku niha 14 salî ye jî di mala heman endamê DAIŞ'ê de tê girtin. Dayikê wek bingeha îdiaya xwe, wêneyên her du keçên xwe yên beriya katlîama Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve di Tebaxa 2014’an de pêk hatibû, li mala xwe kişandine şand. Di dema amadekirina nûçeyê de gelek caran Dîlan û birayê wê re hevdîtin pêk anî.

Dayika Dîlan, diyar kir ku beriya katlîamê li gundekî Şengalê bi 5 zarokên xwe re wek malbatek biçûk jiyana xwe didomand. Li gorî axaftinên Dîlan, di Tebaxa 2014’an de şeva ku endamên DAIŞ’ê li gundê wan katlîam pêk anî, deriyê mala wan şikandine û ketine hundir. Dîlan, hevjînê wê û 5 zarokên wê li heman pîkapê tên siwar kirin. Di vê dîrokê de kurên wê 11, 10, 9 salî, keça wê  ya mezin Berfîn 5 salî û keça wê ya biçûk ku niha li Tirkiyeyê di bin çavdêriya dewletê de ye jî du salî bû. Malbatê, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dibin cihekî li Iraqê.

'Hêviya min tune ye ku hevjînên min dijî’

Endamên DAIŞ’ê wek mêrên din ên Êzidî, hevjînê Dîlanê jî dibin. Dîlan piştî wê dîrokê careke din agahî ji hevjînê xwe nagire. Piştî pirsa me ya “Hevjînê wê he di destê DAIŞ’ê de ye? We tu agahî girt an ne?” Dîlan wiha got: “Hevjînê min gelekî girêdayî me bû. Me herî dawî di sala 2016’an de agahiya birina wî ya Telaferê girt. Piştî wê dîrokê min der barê hevjînê xwe de tu agahî negirt. Ger sax bûya, wê teqez me bidîta. Hêviya min tune ye ku hevjînê min dijî.”

DAIŞ’ê di sala 2017’an de zarokan ji gel dayika wan girt

Li gorî agahiyên Dîlanê, heta meha Mijdara 2017’an (texmînî diyar dike) her du zarokên keç ên Dîlanê li cem wê ne. Keça wê ya mezin 8 salî û keça wê ya biçûk jî 5 salî ye. Endamên DAIŞ’e di roja diyarkirî de tên mala Dîlan û zarokên wê tên girtin û keçên wê dibin. Sê kurên wê jî beriya keçên xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve ji dayikên xwe hatin veqetandin.

Dayik li beramberî 4 hezar euroyan hat rizgarkirin

Di navberê de salek û nîv derbas dibe. Dîlanê anîne Sûriyeyê. DAIŞ’iyê ku Dîlanê wek xenîmet di mala xwe de digirt pêwendî bi malbata wê re çêdike. Ji malbatê re dibêje: “ger hûn dixwazin Dîlanê bibînin divê 4 hezar euroyan bidin.” Ap û birayê Dîlanê ku tenê sax mane, diçin bajarê ku Dîlan lê dimîne. DAIŞ’iyên ku pere digrin li bajarokekî Dîlanê teslîmî bira û Apê wê dikin.

Dîrok sala 2018’an e. Ji xeta GSM’ê ya reqama 0538 XXXXX 27 li birayê Dîlan digerin. Kêsê ku lê digere xwe wek bi qodê Ebû Hemze dide nasîn. Dibêje ku du keçe wan jiyan dike, li Enqerê ye û ger wan dixwazin her serê zarokekî 4 hezar dolar divê bidin.

Keça wê bi gotina ‘mama’ bang  dike

 DAIŞ’iyên ku li malbata Dîlanê digere ji wan re saetê diyar dike. Ji wan re dibêje ku ew ê wê demê bi riya sepana medyaya dîjîtal bi vîdeo telefonî wan bikin û bihêlin bi zarokan re hevdîtinê bikin. Di saeta ku tê diyarkirin de telefon lê dide. Vê carê telefona ku lê dide reqama 0538 XXXXX 55 e. Dîlan keçe xwe di dîmenê telofonê de dibîne. Kesên ku li malê ne xwe nîşan nedin jî dengê wan tê. Keç dema ku Dîlanê dibînin bi gotina ‘mama’ gazî wê dikin û digirîn. Hevdîtin bi Erebî pêk tê. Dîlan ji keça xwe re soza: “Em ê di demek pir kin de we ji vir bigrin” dide. Roja din birayê Dîlanê careke din bi DAIŞ’iyan re dikeve têkiliyê. Malbat bi rêbaza Hawala ji bo zarokan bi giştî 8 hezar dolar ji buroya biyanî ya li Tirkiyeyê (bi nimreya qeydê 18018…10957) dişîne. Pere digihîje destê DAIŞ’iyan. Bira û apê Dîlan ji bo biçin Tirkiyê dikevin rê. Zarokan ji cihê ku DAIŞ’Î diyar kirine bigrin. Lê endamên DAIŞ’ê li ser soza xwe nasekinin. Malbat careke din li ser xeta GSM negihîşe DAIŞ’î yan. Hatine astengkirin. Malbat bêyî ku têkevin Tirkiyeyê dizivirin welatê xwe.

Hevdîtina taybet a ku me bira re çêkir me derbarê pêwajoya ku Dîlan dema ji destê DAIŞ’ê bi pereyan hat rizgarkirin axivî. Li gorî axaftina bira, Dîlan dema hat rizgarkirin hem di warê fizîkî hem jî derûnî pir xerab bû. Kontrola tendirustiyê tê kirin. Piştî demekî dest bi bernameya rehabilitasyonê dike. Bi vê pêwajoyê de malbat bi alîkariyan 3 zarokê kur ên Dîlan digrin. Zarok ji destê DAIŞ’ê bi pere tê rizgarkirin. Her çend ew nikare xwe bigihîne her du keçên xwe jî, hêviya girtinê ya ku ji sohbeta vîdyoyê ya bi têlefonê tê, wî zindî dihêle.

Piştî nûçeya "Keça Êzidî" ya di Artî Gerçekê de hat weşandin, dayika Dîlan gihîşt wê encamê ku zaroka li Enqereyê keça wê ya biçûk e û xwest bi me re têkilî dayne.  Dîlan'ê bang li hêzên ewlekariyê kir ku keça wê ya mezin a ku hîna li Enqereyê ye û di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye rizgar bikin û wiha got: “ Ger tişnek neanîbîn sere keça min û nebiribin cihekî din keça min hîn li Enqerê ye û li mala DAIŞ’î yên ku keça min a biçûk revandin de ye. Ez bendê me ku keça min Berfîn were rizgarkirin. Piştî xebera we keça min a biçûk ji destê DAIŞê hat girtin û dîsa xistin bin parastina dewletê. Ez dixwazim bi keçên xwe re ji bo testa DNA'yê û ji bo xebatên qanûnî yên pêwîst bêm Tirkiyeyê.” Aniha hemû çav li ser gavên ku dadgeh û hêzên parastinê biavêjin e.