Di şerê li Sûdanê de jin ji bo hebûna xwe li ber xwe didin

Ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê gel û bi taybetî jî jin ji bo jiyanê têdikoşin. Jinan diyar kirin ku gelek metbexên bêpere ji ber kêmasiyan alîkariya xwarinê qut kirine û bang li civaka navneteweyî kirin.

AYA İBRAHİM

Sûdan - Pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de salekê berdewam in; Jicîhûwarî, bêkarî, xizanî, tundî, qeyrana aborî û gelek şert û mercên dijwar bi xwe re anî. Ji vê rewşê herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. 

Ji ber kiriya buha nikare li deverên bi ewle bijî

Li devera Rojhilatê Nîlê ku yek ji deverên paytexta Sûdan Xertûmê ye jina bi navê X.A bi herdû kurên xwe yên temenê wan 15 sal derbas nekirine re dijî. Dayîka wan neçar ma li mala xwe bimîne ji ber bê pere ye û nikare li cihekî ewle bijî ji ber kiriya xaniyan buha ye.

X.A got: "Em gelek êş û azaran di vê rewşa şer de dikşînin ji ber xizmetên girîng ên jiyanê ji av kehrebe û xwarinê peyda nabin. Ez û herdû kurên xwe li ser xwarina xêrxwazan dijîn. Ev têra me nake. Gelek caran ev xwarina tê pêşkêşkirin ez didim zarokên xwe û ez carnan heta du rojan birçî dimînim. Nexweşî bi sedema kêmxwariniyê bi me re çêbûne. Navendên tenduristiyê gelekî kêm in û derman tune ne. Em nema vê jiyanê tehmul dikin."

Ji ber nebûna piştgiriya madî gelek metbexên xêrxwaz sekinîn

Tevî ku X.A li ser xwarina xêrxwazan dijî lê belê ew li hember pirsgirêka sekinandina hejmarek ji metbexên belaş bi sedema nebûna piştgiriya madî ma. Ew metbex xwarin ji bi hezaran malbatan re pêşkêş dikir. Niha dê bi hezaran malbatên Sûdanî yên xwe dispartin xwarina xêrxwazan bi gelek êşan re jiyan bikin.

Ji destpêka şer ve tevî malbata xwe li mala xwe ma û koçber nebû

Bajarê Um Derman yek ji herêmên herî bi ewle li eyaleta Xertûmê ye. Ji destpêka şer ve hejmarek xelk berê xwe dan wê deverê û xelkên wê yên resen jî lê mane. Her wiha hejmarek xelkên jê koçber bûn jî vegeriyan malên xwe.

Rojnamevan Mey Iz El Dîn tevî malbata xwe ji destpêka şer ve li mala xwe li bajarê Dereman man û heta niha jî lê ne. Mey Iz El Dîn got: "Destpêka şer em ji ber topên berbelav gelekî bi tirs bûn. Di encama wan topan de hejmarek cîran û xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Ez bang li civaka navdewletî dikim ku li van mijaran binere. Em hêvî dikin şer bisekine û aştî pêk were."

Ewlehî tune ye, rojane tirs heye

Emîre El-Nûr El-Emîn ya ku li bajarê El Menara li Um Dereman dimîne got: "Şer gelek êş û azar ji me re çêkirin. Em nema dikarin roja xwe normal derbas bikin. Ewlehî li herêmê nemaye ji ber top bi rengekî belav li malan dikevin. Em rojane di tirsê de dijîn.”

Bedriye Ebdullah ji xelkên bajarê Um Dereman e dibêje: "Ez û malbata xwe ji destpêka şer ve ji mala xwe derneketine. Rojên destpêkê yên şer ji me re gelekî zehmet bûn ji ber gulebarana dijwar û topan.”

Xelkên Sûdanê bi hêvî ne ku herdû aliyên şer li Sûdanê bi riya lêkolînên Cinêvê yên ku Rêveberiya Amerîkayê bang lê kiribû bighêjin çareseriyan ji bo kirîza welatê wan çareser bibe.