Kongra Star ji bo jinên Ereb ên Til Temirê dewreya perwerdê vekir

Bi armanca perwerdekirina jinan û avakirina jinên zana û malbateke demokratîk, Kongra Star li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê dewreya Şehîd Rojbîn Ereb ji jinên Ereb re, vekir.

Til Temir – Kongra Star ji bo civakek wekhev, azad û adalet têdikoşe û jinan birêxistin dike, da ku li hember feraseta mêr ê desthilatdar têkoşînek hevpar bidin meşandin. Kongra Star li gundê Ebû Kibera ê bajarê Til Temirê li Kanotna Cizîrê dest bi dewreyeke perwerdê ji jinên Ereb re, kir. Dewre navê Şehîd Rojbîn Ereb rakir.

Ji bo bîranîn domandina têkoşîna Rojbîn Ereb, Kongra Star ji bo jinên Ereb li ser heftiyekê, dewreyeke perwerdê vekir.

Li ser dewreya ku hatiye vekirin jî, Endama Rêveberiya Kongra Star Hiyam Yûsif axivî. Hiyam Yûsif got ku dewreya ji jinên Ereb re vekirine navê Şehîd Rojbîn Ereb rakiriye û wiha behsa peyamên Rojbîn Ereb kir: "Rojbîn gotiye ku "Bêyî jinan jiyan ne pêkan e, ji ber ku yên ku bextewarî anîne ser rûyê cîhanê jin in" herwiha tekezî li ser vê xalê kiribû ku ji bo ku em karibin mêran ji vê diyardeyê rizgar bikin, divê berî her tiştî em xwe bi lez û bez azad bikin. Ji ber îro jin xwedî bar û berpirsiyartiyên gelek giran in. Rêheval Rojbîn di vir de pêwîstî bi helwest û têkoşîneke hevbeş a jin û mêran dîtibû ku were kirin. Ji lewra me pêwîstî bi vekirina dewreyeke perwerdê taybet ji jinên Ereb re dît, ku li hember pirsgirêkên heyî bikaribin çareseriyan bibînin, ronî û zana bibin."

'Ji jinên ku hîn bi hişmendiya mêr difikirin û diaxivin têkoşîn pêwîste'

Hiyam Yûsif balkişand ser jinên ku roja yekemîn beşdarî dewreyê bûne û wiha anî ziman: "Heta niha beşek mezin ji jinan heye ku bi zihniyeta mêr diaxivin û difikirin. Ev diyarde taybet li gundên dûrî bajar xwe dide der, sedem jî bandorbûna zêde a ji urf û adetên civakî û desthilatdariya mêr a li ser xwe qebûl kirine. Ji ber wê jî pêwîstî bi zêdekirina dewreyên wiha heye ku jin li hember van qeyd û bendan û li dijî hişmendiya mêr têkoşîneke rast dest pê bike."

'Di nêrînên jinan de hevsengî çêkirin girîng e' 

Hiyam Yûsif destnîşanî nêrînên ku di perwerdeyê de derketin kir û wiha pêl da gotina xwe: "Nêzî 77 jin roja yekemîn amade bûn, jinên ciwan jin û jinên temen mezin jî hebûn. Di vir de gelek nêrînên erênî û neyênî derketin, lê me jî xwest di nav van nêrînan de hevsengiyekê çêbikin, hemû nêrînan bînin ber hev da ku nêrînek guncaw li gor rastiyên heyî, derkeve. Hemû nêrîn ber çavan re hatin derbaskirin û li gorî nêrîna her jinekê nîqaş hat kirin. Ji ber jinên temen mezin heta niha jî bi hişmendiya kevn bandor bûne û xwe kilît kirine, ji lewra ji bo ku bandor li jinên ciwan yê îro jî nebe, em hewl didin hemû jinan bihevre perwerde bikin."

'Armanc avakirina malbateke demokratîk e'

Hiyam Yûsif got ku ew hewl didin jinên bi hişmendiya jin bifikirin û beşdarî jiyanê bibin ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Beşek ji jinan ku hîn jî bi zihniyeta mêr tevdigerin heye, lê armancên me ji van dewreyan ew e ku jin xwe nas bike, hêza xwe nas bike û bikaribe wekî jin bifkire û beşdarî girtina biryaran bibe û ji pirsgirêkên jinan re rêyên çareseriyê peyda bike. Herwiha bi barê ku me hilgirtiye, em dixwazin malbateke demokratîk û jinên zana ava bikin."

Rojbîn Ereb kî ye?

Di sala 1972'an de Rojbîn weke zaroka malbateke Ereb li Beyrûdê ji dayik bû. Rojbîn piştî bi gerîlayên rizgariya Kurdistanê bandor dibe, di sala 1993’an de beşdarî nava refên PKK’ê dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de piştî ku cewherê wê nas dike, wê bi xurtî perwerde dike. Li hember komploya li dijî Rêber Ocalan tê pêkanîn, Rojbîn di 17’ê Mijdara 1998’an de, li Gever a Bakurê Kurdistanê çalakiya fedayî dike û wiha dibe efsaneyeke Kurdistan î.