Ji bo jinan perwerdeya tendirûstiyê tê dayîn

Komîteya tendirustiyê ya Kongra Star li texa El-Teyî ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, perwerdeyên tendrustiyê dide jinên ji pêkhateya Ereb.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Komîteya Tendirustiyê ya Kongra Star a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Taxa El-Teyî ya bajarê Qamişlo berwerdeyên fêrkirina tendirustiyê û pêçandina birînê dide jinên ji pêkhateyên Ereb. Endama Komîteya Tendirustiyê Sebah Gemo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku perwerdeyên tendirustiyê didin jinan da ku xwe û kesên derdora xwe biparêzin ji nexweşiyan.

‘Zarokên xwe ji nexweşiyan biparêzin’

Sebah Gemo behsa kar û xebatên Komîteya Tendirustiyê û armanca wan a bi dayîna perwerdeyên tendirustiyê kir û wiha got: "Karê Komîteya Tendirustiyê ew e ku bi dayîna perwerdeyên tendirustiyê gel şiyar û zana bike. Bi riya Malên Jin û komînan her dem, em li taxekê perwerdeyên tendirustiyê didin jinan. Armanca me bi dayîna perwerdeyên tendirustiyê ew e ku her dayik û jinek fêrî tendirustî û pêçandina birînê bibe da ku xwe û zarokên xwe ji nexweşiyan biparêze."

‘Bi riya berwerdeyan jin ji hemû aliyan ve zana dibin’

Sebah Gemo bal kişand ser dayina berwerdeya tendirustiyê û wiha berdewan kir: "Dema berwerdeyên tendirustiyê ji 25 rojan heta mehekê ye di rojê de 3 demjimêr perwerde heye. Di perwerdeyê de em wan fêrî pêşveçûnên sereke, tiba xwezayî û pirînpêçanê dikin. Her perwerde, em bi hijmarên zêde, bi serkeftî derbas dikin. Cara duyem e ku em perwerdeya tendirustiyê li taxa El-Teyî didin. Çima bi taybetî taxa El-Teyî ji ber ku ev tax ji rêxistina Kongra Star û Rêveberiya Xweser dûr bû. Me xwest em bi riya van berwerdeyan jinên pêkhateyên Ereb hişyar bikin û wan zana bikin ji hemû aliyan ve."

‘Bi felsefeya Rêber Apo hemû jin hatin rizgarkirin’

Sebah Gemo li ser zehmetiyên perwerdeyê diyar kir di pêşerojê de her jina ku li malê dimîne tevli perwerdeyan bibe û zanebûn bi wan re çêbibe û wiha bi dawî kir: "Di destpêka ku em dewreyên perwerdeyan vedikin de, jin tevli nabin ji ber ku ditirsin bi demê re fêr dibin û piraniya caran daxwaza wan ew e ku em perwerdeyan bidin. Her jineke ku li malê dimîne di bin zihniyeta zilam de ye, em dixwazin were tevli perwerdeyên me bibe da ku fikir û ramanên wan berfirehtir bibe, zane bibin û zarokên xwe ji nexweşiyan biparêzin. Divê her jin di her qadê de cihê xwe bigre ji ber ku bi felsefeya Rêber Apo em hemû jin hatin rizgarkirin ji koletiyê divê em tu astengî zehmetiyên li pêşiya xwe nepejirînin."