YRJ’ê li dijî cezayên darvekirinê kampanya îmzeyan ragihand

YRJ’ê li dijî biryara Îranê ya darvekirina rojnemevana kurd û çalakvana mafê jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî kampaniya îmzeyan ragihand.

Qamişlo – Rejima Îranê, ji bo rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfen Mihemedî cezaya darvekirinê da. Yekîtiya Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) daxuyaniyeke çapemeniyê û kampanya îmzeyan ya di bin dirûşmeya "Na ji darvekirinê re" ragihand. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan rojnamevanan li bajarê Qamişlo hat xwendin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Desteya Rêveber a YRJ Newroz Demhat ve hatî xwendin wiha bû:

"Rejîma Îran’ê ev nîv sedsal e bi bîrdoziyekî olperest û tundrev û bi zîhnîyetekî mêrsalar û pîrsalar hemû mafên azadiya jinê, kes, civak û gelê Îranê di tepisîne. Bi pergala xweyî zayendîperest û olperest jin û gelên Îranî ji hemû mafen wan yê mirovî bêpar hiştiye. Li beranberî vê rejîma zordest di pêşengiya jinan de gel û civaka Îranî tucarê dev ji serhildan û daxwazê xwe yê azadiyê bernedan. Gel ne ji darvekerinê, ne jî ji ber zindanîkirinê paş de gav ne avêt. Rejîma Îranê nekarî hêz û vîna gelê têkoşînvan bişkîne.

‘Ji bilî guhertinê tu rê li pêşiya rejîma Îranê ne mane’

Di vî nîv sedsalê de bê guman ev polîtîkayên ku mafên azadiya jin û civakê di tepisîne û desteser dike pergala rejima Îranê jî bi hêztir nekir. Di sedsala 21’mîn de dewletê bingehê xwe li ser demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê ava nekin ne gengaze ku xwe li ser linga bigrin. Bi taybet di Rojhilata navîn de mînakê vê yekê gelekin. Aqubeta bi serê dewletê cîran de hatî ji Îranê jî ne dure. Serhîldana ‘Jin Jiyan Azadî’ye nîşaneye vê rastiyê bû. Dibe rejima Îranê ji bo îro bêjê ku min karî vê serhildanê bi temirînim. Lê bi tu avahî nikare agirê ku di dilê azadîxwazan de pêketî vemirîne. Nikare jinên guliyê xwe di oxira azadiyê de jêkirî bêdeng bike. Helbet wê rojek jin tola wan guliyên ku sembola stûna jiyana wanbûn, ji vê pergalê rakin. Rejima Îranê neçare xwe biguherîne. Ger deriyê xwe ji bo guhartinên demokrasî, azadî û wekheviyê re veneke, wê her ku biçê birizê û ji hev belav be.

‘Hêz û vîna azad bi darvekirinan nayê şikandin’

Rejîma Îranê di dîroka 4'ê Tîrmeha borî de biryara darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Muhemmedî û di 24'ê heman mehê de jî li dijî çalakvana mafên jinan û rojnamevan Pexşan Ezîzî birî. Bi hezaran jinên têkoşer niha di zindanê rejima Îranê di bin îşkenceyên giran de ne. Rixmê hemû işkenceyên fizîkî, derunî jî ji daxwazê xwe tavîz nadin û li beranberî rejîma Îranê ya qirker çong danayînin. Werîşe Muradî, Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî jî ev jinen ku bi gefen darvekirinê ji doza xwe nayên xwarin. Ji xwe Werîşe Muradî di paraznama xwe de û Pexşan Ezîzî jî di nameya xwe de armanc û israra xwe ya di azadî yê de gelek berfireh vegotine. Dibe ku rejîma Îranê dest û lingê wan jinên ku di oxira azadiyê de hemû berdêlan dayî berçavê xwe îro zincîr kiribe lê nekariye fikir û ramanên wan zincîr bike.

‘Roj roja li têkoşîna jinên berxwedêr xwedî derketinê ye’

Em weke rojnamevanên jin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara darvekirinê li dijî herdû çalakvanan Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî şermezar dikin. Ev biryar li dijî hemû zagon û bendên navdewletî yên mafên mirovan û rojnamevanan e. Em wek YRJ pêngava di bin dirûşmeya 'Na Ji Darvekirinê Re' radighînin. Di çarçoveya vê pêngavê de em ê piştgiriya xwe ji bo jinên têkoşêr yên wek Werîşe, Pexşan û Şerîfe re bi rêya komkirina îmzeyan nîşan bidin.  Kampanya me ya îmzeyan wê di dîroka 12'ê Tebaxê de dest pê bike û heya 19’ê Tebaxê berdewambike. Em wek YRJ daxwaz ji hemû rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan û rexistinên rojnamevanan dikin ku piştgirî bidin kampanya me û bi me re bibin dengê hemû, jin û civaka azadîxwaz ya Îranî.

‘Biryara darvekirinê bê rakirin’

Bi rêya vê kampanyayê em bang li rêxistinên navdewletî, mafên mirovan û sendîkayên rojnamevanan dikin ku bi erkên xwe rabin û ji bo biryara darvekirinê bê rakirin di nava liv û tevgerê de bin. Her wiha li beramberî van kiryarên dij mirovî, binpêkirin û komkujiyên ku li dijî jin û tevahî civakê têne kirin bisekinînin û hesabê ji sûcdaran bixwazin."

Daxuyanî bi dirûşmeya " Jin Jiyan Azadî " bi dawî bû.