Di ser komkujiya Roboskê de 13 sal derbas bû: Hê jî edalet nehatiye!

Komkujiya Roboskê li Tirkiyeyê yek ji qetliamên ku di dîrokê de li ser gelê Kurd çêbûye ye. Ji bo ronîkirina komkujiya ku ji her alî ve kodên dewletê tê de veşartîbûn û ji bo pêkhatina edaletê 13 sal in têkoşîn didome.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Yekî got ‘Kurtaj cînayet e herî kêm divê 3 zarok hebin.’ Yekî got ‘Ji ber şaşiya dayikê çima zarok ceza bikşîne? Bila dayik xwe bikuje.’ Yekî din jî bi gotinên; ‘Bila biwelidîne dê dewlet xwedî bike’ domand. Gotina herî dawî jî serokwezîrê wê demê Tayîp Erdogan bi gotinên; ‘Her kurtajek Qilabanek e’ rastiya hemû kodên dewletê yên ji duh heta îro yek bi yek raxistin holê.

Li vî welatî gelek gotinên siyasetmedaran ketin dîrokê lê tu gotinê di dilê mirovan de ewqas birînan venekiribû. Weke ku j qetliama li ser girtîgehê re ‘Vegera jiyanê’ hatibû gotin, ev hemû nîşan didin ku dewlet gotinên xwe çawa hildibjêre.

‘Îtirafa dewleta ya qetilkirinê’

Ji bere ve heta niha kurtaj bûye mijara nîqaşên ku dewlet bi taybetî mêr li ser bedena jinan dikin. Vê nêzîkahiya ku cih nade jinan, nîşan dide ku çawa aqilê dewletê yê mêrane li ser bedena jinan mafê gotinê bi xwe re dibîne. Zihniyeta baviksalar hukmê xwe yê li ser jiyan û mirinê vedibêje. Dewlet, sînorên jiyanê diyar dike, ji bo jinan hemû jiyan bi ‘kontrola’ ku bi gelek toran hatiye çêkirin hatiye diyarkirin, mirin an jî jiyan, ji bo biryara dewleta baviksalar hatiye hiştin. Gotina ‘Her kurtaj Qilabanek e’ ku tê wateya biryara li ser jiyana mirovan, li cihekî gelek dûr, ji mijara kurtajê cuda, tiştên ku gelê Kurd jiyane jî nîşan dide. Ev yek ‘mafê qetilkirinê’ yê dewletê nîşan dide. Biryara mafdar a ku jin ji bo bedena xwe didin, ji cihekî cuda yê çalakiya qetilkirina dewletê, weke helwesteke polîtîk tê nîşandan.

34 kes hatin qetilkirin

Tirkiyeyê şeva 28’ê Kanûna 2011’an şahidî ji komkujî herî bi êş re kir. Li Roboskê 34 kes hatin qetilkirin; nîvî ji wan zêdetir zarok bûn. Van gotinên ku serokwezîrê wê demê got di esasê xwe de nîşan didin ku çima komkujî 13 sal in nehatiye ronîkirin.

Li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê, şeva 28’ê Kanûna 2011’an di saet di navbera 21.39 û 22.24 de ji aliyê TSK’ê ve li ser gundiyên ku ji sînor derbasî Iraqê dibûn bombe hatin berandin. Koma gundiyan a ji 38 kesan pêk dihat zêdetirî wan zarok bûn; bi wan re jî herî kêm 50 hêstin hebûn. Di encama bombekirinê de 34 kes hatin qetilkirin. Ji wan 19 kes hê nebûbûn 18 salî.

Komkujî ji raya giştî hat veşartin

Wê êrişa ku mirov pê hatin qetilkirin û yên saxmayî jî terkî mirinê man ji raya giştî hat veşartin. Medyaya desthilatdariyê ne bi şev ne jî sibehê behsa komkujiyê nekir. Tiştên qewimîn destp3ekê ji aliyê çapemeniya azad ve hatin ragihandin û bi wê yekê rastî derketin holê. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk roja din di sîteya xwe ya fermî de behsa komkujiyê kir. Di daxuyaniya destpêkê de; hat diyarkirin ku ‘komek ji Iraqê ber bi Tirkiyeyê ve ketiye rê, ji aliyê balafirên bêmirov ve hatiye tesbîtkirin.’ Her wiha hat gotin ku vê herêmê her dem bûye riya derbasbûna PKK’iyan lê nehat gotin ku ev îstîxbarat ji aliyê kîjan SÎHA’yan ve hatiye dayîn û ev yek jî bû sedem nîqaşan. Piştî ku çendek derbas bû Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tir bi gotinên; ‘şaşiyeke ku çêbû’ komkujiyê parast.

Ji ber ku alîkarî çênebû gelek kes qefilîn

Cenazeyê kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin perçe bûbûn, tu kes ji bo alîkariyê neçû herêmê, gundiyan cenazeyên xizmên xwe xistin nava betaniyeyan û li ser hêstiran bi kîlometreyan rê meşiyan. Dîmenên wan kêliyan, di bîra her kesê bi cih bûn. Dûre gelek heyet çûn herêmê, lêkolîn kirin. Komeleya Mafên Mirovan û heyeta pê re, têkildarî tiştên hatin jiyîn di rapora xwe de diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane li ser sînor bazirganiyê dikirin. Her wiha agahiya ku di demên deawî de qereqolê di warê bazarganiya sînor de rehetî nîşan daye parve kir. Di vê raporê de bal hat kişandin ku piştî êriş3e ji ber ku bi saetan kes neçûye cihê bûyerê gelek kes ji serma qefilîne û wisa jiyana xwe ji dest dane.

‘Bendewariya lêborînê şaşîtiyek bû!’

Tayîp Erdogan, wê demê di daxuyaniya xwe de gotibû ku kasibkarî herî zêde bi komên ji 10 kesan pêk tên tê kirin, tesbîtkirina komeke ji 40 kesan, bi bîrxistina bûyerên berê ‘li Gedîktepe Hantepeyê bi hêstiran kişandina çekan’ bi bîr xist. Berdevkê hikumetê yê wê demê Bulent Arinç jî di 2’yê Çileya 2012'an de piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da û got ku bûyer bi qest nebûye. Bulent Arinç li ser komkujiyê "Bendewariya xwestina lêborînê bi awayê fermî dê şaş be" da zanîn ku tenê dê tezmînatê bidin xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane. Di meha Sibata 2012’an de ji aliyê serokwezîriyê ve ji bo her kesê 123 hezar, bi giştî 4 milyon û 180 hezar TL tezmînat hat teklîfkirin lê malbatan vê tezmînatê nepejirandin.

Darizandineke adil çênebû

Di pêvajoya hiqûqî de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê 11’ê Hezîrana 2013’an der barê dosyaya “Ji ber bi texsîr sedema mirinê” hatibû amadekirin de biryara “bêpeywiriyê” da. “Doza Komkujiya Roboskê” şandin Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Giştî lê di Çileya 2014’an de li wê derê jî biryara “neşopandinê” hat girtin. Di Temûza 2014’an de malbatan serî li Dadgeha Bilind (AYM) dan lê dadgehê diyar kir ku di serlêdanê de kêmasî hene û ji ber ku di dema xwe de kêmasî nehatine temamkirin, serlêdanê di 24’ê Sibata 2015’an de ji usûlê ve red kir. Tam 6 sal piştî biryara redkirinê, 9’ê Nîsana 2021'ê malbatên Roboskê careke din serî li AYM’ê dan. Hat diyarkirin ku ger dadgeh biryara îhlalê bide doz dikare were vekirin. 281 xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan lê AÎHM’ê serlêdana wan red kir. AÎHM’ê weke hincet belgeyên ku parêzerên dosyayê gotine kêm in, ne di nava 15 rojan de, di 17 rojan de şandina wan şaş dît. Di sala 2019’an de jî careke din ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdan hat kirin lê serdozgeriyê bi biryara “neşopandinê” dosya şand Dozgeriya Komarê ya Qilebanê. Li ser komkujiya Roboskê hê jî ji bo rastî derkevin holê û darizandineke adil çêbibe tiştek nehatiye kirin.

Têkoşîn û berwedan didome

Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisa Tirk, (TBMM) rapora Komîsyona Jêr a Qilebanê jî bi gotinên ‘bûyera qewimiye komkujî ye lê bi qest nîn e’ berpirsan parast. Endamên komîsyonê yên ku dîmenên bi Heronê beriya komkujiyê hatine kişandin temaşe kirin jî gotin; “Dîmen pir zelal in. Bi zanîn jiyana xwe ji dest dane.” Serokwezîrê wê demê Recep Tayîp Erdogan li ser komkujiyê di daxuyaniya yekem de bertek nîşanî medyayê dabû, ji leşkeran re spasî kiribû. Piştî komkujiya Roboskê, li Tirkiyeyê gelek komkujiyên din jî çêbûn. Di vê tabloya ku ji gelê Kurd re rewa tê dîtin û bêedaletîyê nîşan dide, rewş hê jî weke xwe didome. Zihineyeta ku di komkujiya Roboskê de xwe bi aliyê din ê sînor parast, bi heman awayî îro jî bi kodên dewletê êrişê Rojava û destkeftiyên gelê Kurd dike. Li dijî van êrişan berxwedan û têkoşîna gelê Kurd didome.

Qutî

Hemû ji bo debara jiyana xwe têdikoşiyan

Her lêgerîna malbatan a ji bo edaletê bi binçavkirin û şîdetê hewl dan bidin sekinandin. Hewldana ji bo Roboskê Edalet, her meh çalakiya bi navê “Bila kujer bên dîtin, careke din bûyerên weke Roboskê nebin” çalakiyên xwe didomînin û daxwaza edaletê dikin. Karker Encu, hê 16 salî bû. Ji ber rewşa malbatê ya medî nebaş bû, dest ji dibistanê berda. Li ser sînor kasibkariyê dikir û diçû dihat. Seyîthan Encu 21 salî bû. Dest ji dibistanê berdabû; cara yekem bû ji bo debarê diçû sînor. Nadir Alma 26 salî bû, ji bo debara malbata xwe diçû ser sînor. Mehmet Alî Tosun 24 salî bû ji hevalê xsew bi 25 lîra hêstirek kirê kirbû û çûbû sînor. Şervan Encuyê 19 salî dema pola dudu ya lîseyê dixwend neçar mabû dest ji dibistanê berde. Newzat Encuyê 19 salî xwendekarê pola dawî yê lîseyê bû. Osman Kaplan ê 31 salî ji bo deynê xwe bide û 5 zarokên xwe xwedî bike diçû ser sînor. Ozcan Uysal 18 salî bû. Hewl dida krediya ku malbatê ji bankayê kişandibû bide. Selîm Encuyê 39 salî zewicî û bavê 3 zarokan bû. Dema ku hat qetilkirin hevjîna wê bi hemle bû. Vedat Encu 18 salî bû û havînê operatoriya makîneyên kar dikir, zivistanê jî bi kasibkariya ser sînor debara xwe dikir. Muhemmed Encu 13 salî bû, xwendekarê pola 7’an bû. Mehsûm Encuyê 17 salî ji bo ehliyetê bigre, pere berhev dikir û ji bo wê diçû sînor dihat. Bîlal Encu 16 salî bû. Ji bo bavê xwe Ehmed Encuyê ku çavên wî neditîk alîkarî dikir. Erkan Encuyê 13 salî cara duyem bû diçû ser sînor. Husnu Encuyê 20 salî ziwicî û hevjîna wê du mehî bi hemle bû. Savaş Encuyê 14 salî bi kekê xwe Husnu re çûbû sînor. Cîhan Encuyê 19 salî ji bo telefona xwe ya xirabe tamîr bike, ji bo 50 lîra kar bike çûbû. Cemal Encuyê 17 salî ji bo pereyê ketina ezmûna YGS’ê û 20 lîla deynê kantîna dibistanê bide çêbû sînor. Serhat Encuyê 15 salî, du kekên wê zanîngehê dixwendin. Ji bo di warê aborî de bibe alîkar çûbû sînor. Hemze Encuyê 21 salî amadekariyên zewacê dikir. Celal Encuyê 15 salî ji bo alîkarî ji malbara xwe re bike diçû dihat. Şerefedîn Encuyê 18 salî jî ji bo gora dayika xwe çêbike diçû sînor dihat. Selam Encuyê 22 salî, ji bo mesrefên dibistanê diçû ser sînor. Bedran Encuyê 13 salî bû, bi sola naylon derketibû rê. Fadil Encu 20 salî bû. Huseyîn Encu hê nû bûbû 20 salî. Diçû ser sînor û dihat. Aslan Encu 17 salî bû ji bo ji kekê xwe re lingê protez çêke diçû sînor dihat. Şivan Encu 13 salî bû ji bo alîkariya malbatê diçû dihat. Orhan Encu 21 salî bû. Ji bo kompîtorê ji xwe re bikire diçû sînor dihat, bi kekê xwe Zeydan re hat qetilkirin. Zeydan Encu jî 25 salî bû. Salih Encu 16 salî bû cara yekem diçû ser sînor û dihat. Yuksel Urek 21 salî bû. Ji ber ku di nêz de dê bizewiciya amadekarî dikir. Adem Ant 19 salî bû. Salih Urek jî 18 salî.