“Di meha Mijdarê de 6 rojnamegerên jin rastî şîdetê hatin”
CFWIJ’ê ku rapora xwe ya meha Mijdarê weşand, diyar kiribû ku welatên herî zêde binpêkirina rojnamegeran lê tê jiyîn Ukrayna, Tirkiye û Hindistan in û got ku li Tirkiyeyê herî kêm 6 rojnamegerên jin rastî şîdet, gefxwarin û tacîzê hatine û ew hejmar li seranserê cîhanê herî kêm 56 e.
Navenda Nûçeyan – Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê (CFWIJ) di rapora xwe ya meha Mijdarê de bal kişand ser binpêkirinên mafan, gef, êrîş û tacîzên li hemberî rojnamegerên jin tên kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Mijdarê de 56 rojnamegerên jin rastî şîdet, gef û tacîzê hatine, her sê welatên ku herî zêde bûyer lê hatine tomarkirin Ukrayna, Tirkiye û Hindistan in.
Di raporê de ev agahî hatin dayîn:
“Di meha Mijdarê de li cîhanê 22 rojnamegerên jin ji kar hatin derxistin. Derxistina ji kar di nav bûyerên herî zêde yên vê mehê de hatine tomarkirin. Tacîzên bi qanûnî û derxistina ji kar hatin şopandin. Li tevahiya cîhanê di meha Mijdarê de 7 rojnamegerên jin derketin pêşberî dadgehê. 6 jin dema nûçeyên li qadê dişopandin rastî tundiya fizîkî hatin. Li Tirkiyeyê herî kêm 16 rojnamegerên jin ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî şîdet û tacîzê hatine. 5 rojnamegerên jin ji ber ku di saziya xwe de endamên sendîkayê bûne ji kar hatin derxistin. 4 rojnamegerên jin dema li qadê nûçe dişopandin rastî astengiya polîsan hatin. Du rojnamegerên jin rastî şîdeta fizîkî hatin. Sê jinên rojnameger careke din bi riyên hiqûqî hatin tacîzkirin. Rojnamegerek jin ji ber gotara xwe di kampanyaya rûreşkirina înternetê de hedef hatgirtin, yek jî li qadê hat binçavkirin.”
Di raporê de binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegeran wiha hatin rêzkirin:
“*Nûçegihana JINNEWS’ê ya berê Perîhan Kaya bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal bi îdiaya ‘heqaret li Serokomar kiriye’ 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgehê biryara taloqkirina ceza da.
* Rojnameger Sîbel Hurtaş a ku dema serokên baroyan ên ji bo şermezarkirina "Qanûna Baroyên Pir Baroyan" li Meclisê dişopand ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin, bi îdiaya "Ji bo erk pêk neynin li ber xwe daye" doz hat vekirin. Di doza ku yekemîn danişîna wê di 9'ê Mijdarê de li Enqereyê hat dîtin de, dadgehê biryar da ku polîsên şahid ên beşdarî dozê nebûne bi zorê bînin danişîna din û hêmanên winda bên sererastkirin. Danişîna din dê di 12’ê Nîsana 2022’an de were ditîn.
* Edîtora dokuz8HABER'ê Esra Tokat a ji bo şopandina doza doktorê ku bi sûcdariya êrîşa zayendî dihat darizandin Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî çû Edliyeya Enqereyê, dema xwendekarên ku xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin dişopand rastî astengiya polîsan hat. Rojnameger bi kiryara îdarî hat tehdîtkirin. Esra ya ku di daxuyaniya çapemeniyê ya xwendekarên Fakulteya Veterînerî ya der barê dozê de hat astengkirin, bi hinceta ku karta çapemeniyê ya Midûriyeta Ragihandinê tune ye destûr nedan ku dîmen bikşîne.
*Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê ve ji bo protestokirina protokola îmzekirina Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya ji bo teslîmkirina Parka Kurtuluş a Zanîngeha TED'ê hat dayîn, 6 rojnameger ku 3 jê jin in rastî tundiya polîsan hatin. Şopandina rojnamegeran a daxuyaniya çapemeniyê hat astengkirin. Polîsan li hemberî rojnamegeran şîdeta fizîkî bi kar anîn.
*Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Eylem Aktaş û Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren ên ku xwestin çalakiya MEBYA-DER'ê ya di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de hat lidarxistin bişopînin, rastî astengiya polîsan hatin û hatin derbkirin. Her wiha xwestin alavên rojnamegeran desteser bikin.
*Edîtora Duvarê beşa Înglîzî Neşe Îdîl a ku der barê Ayşegul Aydin a 16 salî ya ku di 12'ê Tîrmehê de li Kocaeliyê ji aliyê welatiyê Afgan A.M ve di hewldana îstîsmara zayendî de birîndar bibû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, nûçe çekir di çapemeniya dijîtal de bû hedef. Rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkiribû rastî gefên zayendî hat.
*Der barê rojnameger Nazan Sala de bi hinceta ku 12 sal berê di ROJ TV de kar kiriye û di sala 2013’an de hatibû girtin, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin. Dosyaya lêpirsînê ya di sala 2009'an de dest pê kir 12 sal şûnde weke dosya derxistin pêşberî rojnameger. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê xebatkarên televîzyonê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di sala 2021'ê de biryara bêrayetiyê hatibû dayîn. Ji ber ku navê wê jî di vê lêpirsînê de derbas dibe Serdozgeriya Komarê ya Wanê, der barê rojnameger Nazan Sala de doz vekir. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriyê ve bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hatiye amadekirin, ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin û bi dosyaya helîkopterê re kirin yek.
*Nûçegihana JINNEWS'ê Oznur Deger ku çalakiya li Enqereyê ya tê de krîza aborî ya li welat dihat protestokirin dişopand, ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat û bi kelepçeyan hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de kameraya rojnameger hat desteserkirin. Piştî ku îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.
* Ji rojnameya Cumhuriyetê 8 rojnameger ku 5 ji wan jin bûn, bêyî hincet ji kar hatin derxistin. Derxistina ji kar bêyî agahiya Rêveberiya Weşana Giştî ya Rojnameyê Aykut Kuçukkaya pêk hat. Di rojnameyê de Midûra Karên Nivîsê Olcay Buyuktaş Akça, Edîtora Pêveka Heftane ya Cumhuriyetê Hîlal Kose, Midûra Servîsa Sererastkirinê Ruya Ozalkan, Edîtor Ece Piroglu, nûçegihan Tugba Ozer, Midûrê Werzişê Samî Gurel, nûçegihanê wêneyan Vedat Arik û Mahmut Gunduz ku di arşîve de dixebitî ji kar hatin derxistin.”