Di êrîşên Îsraîlê de 10 hezar û 22 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistine de hat ragihandin ku li Xezayê di nav de 4 hezar û 104 zarok, 2 hezar û 641 jin, 10 hezar û 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref El-Kudra li Xezayê di civîna çapemeniyê ya ku li Nexweşxaneya Şîfayê li dar xist de der barê kuştî û birîndarên di encama êrîşên Îsraîlê de agahî da. Eşref Al Kudra ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de di nav de 4 hezar û 104 zarok û 2 hezar û 641 jin bi giştî 10 hezar û 22 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Zêdetirî 1 mîlyon mirov koçber bûn

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Filistînê Îyad El-Bezm jî ragihand ku ji destpêka êrîşên Îsraîlê heta niha zêdetirî 1 milyon û 600 hezar Filistînî ji cih û warên xwe bûne.