Bi sedan darên fêkî ji kokê de hatin rakirin

Li gundê Xûlepûr ê navçeya Xîzan a Bedlîsê ku qedexeya derketina derve hati ragihandin, bi kemçeyan bi sedan darê findiq û fêkî yên ku di heman demê de çavkaniya debarê ne jî ji kokê de hatin rakirin.

Bedlîs- Qedexeya derketina derve ya li 10 gund û mezrikên navçeya Xîzan a Bedlîs ku di 2'ê Tîrmehê de hat ragihandin,  5 rojan berdewam kir. Di dema qedexeyê de ji zêviyên aîdê welatiyan re zirar hat dayîn û bi kemçeyan bi sedan dar ji kokê hatin rakirin.

Bi sedan darên fêkî hatin talankirin

Ji gundê Xûlepûrê Mehmet Sakî Altûn, diyar kir ku di encama topa ku anîne herêmê de bi seden darên findiq û darên fêkî yên aîdên wî tine bûne. Mehmet Saki Altun, diyar kir ku di dema qedexeyê de bi dehan makîneyên înşaetê anîne gund û wiha got:

"Piştî qedexe dest pê kir, avêtin ser mala apê min. Piştî avêtina ser malê bi kemçeyan ketin nav zeviyên me. Bi sedan darên me yên findiq, gûz û sêvan talan kirin. Di nava çend saniyeyan de 30 donim erd serobino kirin. Divê şandeyek were gund, lêkolînê bike. Divê cîhan vê heqaret û zilmê bibîne. Me debara xwe bi van daran dikir. Armanca wan, zirarê bidin me û xwezayê."

Em bi zextan neçarî koçberiyê tên kirin’

Mehmet Sakî Altûn anî ziman ku bi van zextan koçberî li wan tê ferzkirin û got: "Em debara xwe bi van baxçeyan dikin. Darên me yên 100 û 80, 70 salî ji kokê de rakirin. Qaşo ji bo rêya xwe vekin wiha kirine. Halbûkî li her du aliyên baxçe rê heye. Darên me yên gûz, findiq û sêvan talan kirin." Mehmet Sakî Attûn diyar kir ku dê gilî bike.