Însiyatîfa ji bo Azadiya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir

Însiyatîfa ji bo Azadiya Abdullah Ocalan, diyar kir ku dewleta Tirk bi riya ferzkirina cezayên displînê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din kîna xwe ya li hemberî Kurdan aşkera kiriye û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan - Bi hinceta “cezayê disîplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de ne û 38 meh in tu agahî ji wan nayê girtin hat birîn. Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, der barê biryarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Însiyatîfê, diyar kir ku dewleta Tirk bi riya ferzkirina cezayên disîplînê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din kîna xwe ya li hemberî Kurdan rijandiye.

‘Abdullah Ocalan berxwedaneke dîrokî dimeşîne’

Her wiha însiyatîfê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî şert û mercên dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ne guncew in, dewleta Tirk li kêleka tecrîdê ferzkirina cezayên dîsplînê didomîne lê belê li hemberî wan sûcên dermirovî û hovane, Abdullah Ocalan berxwedaneke dîrokî dimeşîne.

Însiyatîfê îşaret pê kir ku dewleta Tirk, daxwazên azadîxwaz, demokrat û wêjevanan ên ku di hemleyên xwe yên cîhanê de li seranserî cîhanê banga bidawîkirina tecrîdê dikin, paşguh dike û îsbat dike ku bi kiryar û kirinên xwe li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û cîhanê gef e.

Însiyatîfê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van sûcan, vîna Kurdan bişkîne û bang li gelê Kurd û Kurdistanê, azadîxwazên li Tirkiyeyê û cîhanê kir ku bertekek li hemberî van kiryar û sûcan û zihniyeta înkarkirinê nîşan bidin û planên wê yên dijminane têk bibin, ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, têkoşînê mezin bikin.

Her wiha însiyatîfê bang li rêxistin û desteyên mafên mirovan ên cîhanê û navneteweyî kir ku rola xwe çalak bikin, li Tirkiyeyê ferz bikin ku siyaseta tecrîdkirinê bi dawî bike, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bîne. Însiyatîfê di heman demê de bang kir ku komîteyeke têkildar bişînin girtîgeha Îmraliyê ji bo ku gumanên gelê Kurd û dostên wan ji holê rabin û tecrîda li ser bi dawî bikin.