Dewleta Tirk li hemberî bertekan gav paşve avêt, çeteyê DAIŞ’ê girt

Dewleta Tirk a li hemberî bertekan gav paşve avêt, ragihand ku revêberê DAIŞ'ê Sabbah Alî Oruç ê ku zaroka keç a Êzidî revand û li ser înternetê ‘derxistibû firotinê’ hatiye girtin û zarok jî xistine di bin parastinê.

Enqere- Walîtiya Enqereyê der barê zaroka keç a Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat revandin û li ser înternetê ji bo firotinê hat pêşkêşkirin daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zaroka keç a Êzidî xistine bin parastinê û Sabbah Alî Oruç ê çeteyê DAIŞ'ê jî hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî agahiyên li ser medyaya dîjîtal ên der batê zarokeke keç a Êzidî ji bo firotinê hatiye pêşkeşkirin, di encama xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha me ve hatin kirin de welatiyê Iraqî A.S.O. û zaroka keç a Êzidî A.S.O ya li gel wî, hatin girtin; S.O ji aliyê rayedarên edlî ve hat girtin û zaroka keç a Êzidî A.S.O jî ji aliyê Walîtiya me ve di bin parastina dewletê de ye.”

Zarok dabûn malbata DAIŞ'î

Rojnameya Artî Gerçek bi belgeyan ji raya giştî re ragihand ku zaroka keç a Êzidî ya di sala 2017’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve ji bo Tirkiyeyê hatibû revandin, piştre li ser înternetê (dark web) ji bo firotinê hatibû pêşkêşkirin û di Sibata 2021’ê de li Enqereyê ji mala hucreya rêxistinê hatibû rizgarkirin, radestî malbata revêberê DAIŞ’ê Sabbah Alî Oruç hatiye kirin.

Di nûçeya ku hat diyarkirin der barê endamê DAIŞ'î yê ku zaroka keç a Êzidî bi riya qaçaxî derbasî Tirkiyeyê kir, bi awayekî ku emsal teşkîl bike bi sûcdariya "bazirganiya mirovan a navneteweyî" doz hat vekirin. Zaroka ku ji bo parastina Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî hat dayîn, di pêvajoya darizandinê de, di dawiya hefteyê de radestî gumanbaran hatiye kirin.