Bêrîtan Hêvî li Şengalê hat bibîr anîn

Li Şengalê di salvegera 31’emîn a Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) de rêzecivîn hatin lidarxistin û li dijî xeta îxanetê soza şopandina doza Bêrîtan hat dayîn.

Şengal – Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, li Herêma Ereban û komelgeha Digurê bi boneya 31’emîn salvegera pêşenga artêşbûna jinê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) semîner hatin dayîn.

Li Meclisa Gel a gundê Digurê bi beşdarbûna endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, endamên sazî û dezgehan û şêniyên gund civîn hat lidarxistin. Di civînê de qala kesayetiya Bêrîtan Hêvî hat kirin.

‘Teslimiyetê qebûl nekir’

Civîna ku Li gundê Digurê hat lidarxistin ji aliyê endama Koordînesyona TAJÊ’ê Şemê Remo ve hat birêvebirin. Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de îxaneta PDK’ê ya sala 2014’an li hemberî civaka Êzidî bi bîr xist û got: “Di dîrokê de îxaneta PDK’ê li hember hemû tevgerên Kurdî berdewam kiriye û her dem bûye beşek ji pêkanîne planên dijmin. Di sala 2014’an de jî bi heman awayî îxanet li civaka me kir û bi sedama wê îxanetê bi hezaran keç û jinên me hatin revandin û li bazara hatin firotin. PDK’ê di dema şerê li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî destên xwe da dijmin û bi wan re êrişî ser gerîlayan kir. Şehîd Bêrîtan a ku li dijî dagirkeriyê çek rakiribû ji ber îxaneta PDK’ê teslîmiyet qebûl nekir û canê xwe di oxira xeta azadiyê de feda kir.”

‘Erka me ew e em îxanetê têk bibin’

Şemê Remo wiha domand: “PDK heya niha vê îxaneta we berdewam dike û destên xwe daye destên dijmin, li ser pêşengên gelê Kurd sîxurtiyê dike. Her wiha ji bo hedefgirtina kesayetên azadîxwaz û şoreşger agahiyan dide dewleta Tirk a dagirker. Li Şengalê jî li dijî rêxistina me û Rêveberiya Xweser a Şengalê kar dike û ciwanên Êzidî digre, wan dike sîxurên MÎT’ê. Ji bo îxaneta PDK’ê têk biçe li ser me erk e ku em rêxistina xwe mezin bikin û li hemberî dijmin têbikoşin.”

‘Xeta berxwedanê ya Bêrîtan li Şengalê didome’

Di dawiyê de Şemê Remo da danîn ku wan weke jinên Şengalê bi ruhê Bêrîtanê xwe bi rêxistin kirine û ji bo parastina civaka xwe keçên wan çek rakirine û got; “Çawa ku îxaneta PDK’ê berdewam dike, xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan jî li Şengalê didome.”

Endama (TAJÊ) Tewrê Xelef jî diyar kir ku îxaneta PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiyê, li dijî gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Lê bila PDK baş bizane ku berxwedan û serkeftina gerîlayên azadiyê di şexsê şehîd Bêrîtan de hat bidestxistin em ê jî bi dest bixin û xweseriya Şengala xwe pêk bînin, rê nedin revok û îxanetkaran.”

Sêvê Şengalî jî bi heman awayî nêrînên xwe anî ziman û got ku weke jinên Şengalê yên ferman dîtine divê ji ber tirsonek û îxanetkaran ji her demê bêtir xwedî li xeta berxwedan û sekna jinên leheng derbikevin.