WHO: Li ser xizmetên tenduristiyê yên Filistînê 171 êrîş pêk hat

WHO ragihand ku Îsraîlê di navbera 7 û 24’ê Cotmehê de 171 êrîş li ser xizmetên tenduristiyê yên Filistînê pêk anîne û di êrîşan de 493 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser xizmetên tenduristiyê raporeke nû weşand.

493 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li gor raporê li Filistînê bi tevahî 171 êrîş li ser xizmetên tenduristiyê hatin kirin. Di raporê de hat ragihandin ku di êrîşan de 16 jê xebatkarên tenduristiyê yên nobedar 493 kesan jiyana xwe ji dest dane û 387 kes jî birîndar bûne. 

Banga parastina xizmetên tenduristiyê û sivîlan hat kirin

Di raporê de hat diyarkirin ku 96 êrîşên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava ya dagirkirî û 75 ji wan jî li Şerîda Xezayê pêk hatin. Di raporê de hat diyarkirin ku 34 navendên tenduristiyê ji ber van êrîşan bandor bûne û 24 ambûlans jî zirar dîtine û banga parastina saziyên tenduristiyê û sivîlan hat kirin.