Fermandara YJŞ’ê: Xeta Bêrîtan pîvana me ya têkoşînê ye

Yek ji endamên fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Nûda Bêrîvan bi boneya salvegera 31’emîn a jina têkoşer, şoreşger û fermandar Bêrîtan Hêvî axivî û got: “Me xwe bi ruhê Bêrîtan ava kir û hêza parastina jinên Êzidxanê bi rêxistin kir.”

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal – Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) jina têkoşer, pêşeng û fermandara jin di salvegera 31’emîn de tê bibîranîn. Bêrîtan Hêvî di sala 1992’an de li dijî şerê nûkeriyê û xeta xiyanetê heta guleya xwe ya dawî şer kir û li hemberî banga teslîmiyetê ya PDK’ê xwe ji zinaran avêt û jiyana xwe ji dest da. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ji bo bîranîna Bêrîtanê artêşbûna jinan ava kir.

Bi boneya vê rojê û di heman demê de roja avakirina artêşbûna jinên Kurd endama fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê Nuda Bêrîvan ji ajansa me re axivî.

‘Bêrîtan sekna jinên azad û sembola xeta berxwedanê ye’

Nûda Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de di şexsê Bêrîtan Hêvî de tevahî jinên têkoşer ên di oxira tekoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got; “Xeta hevala Bêrîtan li dijî xeta îxanet û nûkeriyê xeta berxwedanê ye. Fermandar Bêrîtan ji bo me ruh e, mîraseyeke mezin e, jiyana bi rûmet e, xetek e û pîvana sekna berxwedanê ye. Ew ji bo me sekna jinên azad û sembola xeta berxwedanê ye’

‘Me bi ruhê Bêrîtanan li dijî DAIŞ’ê û nûkeriya PDK’ê şer kir’

Fermandara YJŞ’ê Nuda Bêrîvan, anî ziman wan li ser xeta Bêrîtanê xwe bi rêxistin kirine, hêza xwe ya parastinê ava kirine û wiha berdewam kir: “Me bi şopdarên xeta Bêrîtanê re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Me bi hev re bi ruhê Bêrîtanê li hemberî îxaneta PDK’ê têkoşîn meşand û li ber xwe da. Ji ber ku pêşenga artêşa jinan rêheval Bêrîtan di şexsê xwe de temsîla xeta berxwedana jinan kir, îro li ser şopa Bêrîtanê bi hezaran Bêrîtan dimeşin, şer dikin û li ber xwe didin. Em weke hêzên parastina jinên Êzidî dibêjin em ê ji bo mezinkirina hêza xwe, ji bo parastina hebûn, nirx û çanda xwe xeta Bêrîtanê ji bo xwe bikin pîvana têkoşînê û mîsogeriya serkeftinê.”

‘Em ê li hemberî hemû êrîşan bi ruhê Bêrîtanê bisekinin’   

Nûda Bêrîvan destnîşan kir çawa beriya niha 31 salan di şexsê Bêrîtan de xeta berxwedanê li dijî xeta îxanetê bi ser ketiye îro jî ew ruh li herêmên parastina medyayê di şexsê gerîlayên YJA-Starê de tê jiyîn û got:

“Em weke şopdarên xeta wê di roja îro de jî weke Bêrîtan serî li ber xeta îxanetê natewînin û li hemberî her cure êrîşan li ber xwe bidin. Çawa ku beriya niha 31 salan PDK’ê li dijî xeta jina azad, li dijî xeta berxwedan û rûmetê serkêşiya xiyanet û nûkeriyê dikir îro jî bi heman rolê radibe. Me weke jinên Êzidî, weke civak îxaneta PDK’ê ji bîr nekiriye. Em li hemberî îxaneta PDK’ê, ruhê Bêrîtanê ji bo xwe weke pîvana serkeftinê dibînin. Em li ser vî esasî careke din hevala Bêrîtan bi bîr tînin, artêşbûna jinan di serî de li jinên Êzidî û tevahî jinên têkoşer pîroz dikin.’