Ji pevçûnên Îsrail û Hamasê herî zêde jin û zarok bandor dibin

Ji ber şerê ku ew 19 roj in li Filistînê di navbera Îsraîl û Hamasê de didome rewş her diçe xirabtir dibe. Di êrişên tên pêkanîn de, herî zêde jin û zarok zirar dibînin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Êrişê Îsraîlê yê li ser Filistînê ku bi êrişa Hamasê ya li ser Îsraîlê ya 7’ê Cotmehê destpê kir û 19 roj in dewam dike, bandoreke pir mezin li jin û zarokan kir. Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kir ku 2 hezar û 704 jê zarok hezar û 584 jê jin 6 hezar û 546 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 17 hezar û 439 kes jî birîndar bûne.

Bi hezaran malbat ji ber neçariyê koçber bûn

Rêvebera Navenda Jinê ya Rênîşandana Hiqûqî û Civakî Randa Siniora diyar kir Îsraîl ji bo tirsandina gelê Filistînê êrîşên xwe yên hovane didomîne û fermanên valakirina Xezayê û koçberkirinê derdixe. Randa Siniora wiha got, “Ev yek bû sedema koçberiya zêdetirî milyonek û sed hezaran kes ji tirsa jiyana xwe ji malên xwe derketin. Hemû talîmatên ku ji hêla dagirkeriyê ve ji bo gel hatin ragihandin ziyanên pir mezin dan gel û zarokên Filistînê.” Randa Siniora bal kişand ku yên herî zêde ji şer û pevçûnan bi bandor dibin jin in, ji ber ku erkên wan du qat dibin û ew hemû barê malbatê û parastina wan digirin ser milên xwe.

Gelek jinên ducanî jiyana xwe ji dest dan

Randa Siniora bal kişand ku li navendên xwecihbûnê û stargeha UNRWA’yê ji ber tunebûna çavdêrî, bizîşkî û kêmbûna dermanan jin di rewşeke zehmet dijîn û got: “Ji ber rewşên wan ên taybet pirsgirêkên jinan ên tenduristiyê ji yên mêran zêdetir in. Ji ber vê jî divê ji ji bo şopandina jinên ducanî û yên nû zarok anîne yekîneyeke tenduristiyê û personelên tenduristiyê yên taybet bên veqetandin.”

Bi hezaran jinên ducanî hene

Ajansa Navendî diyar kir ku 50 hezar jinên ducanî li navendên xwecihbûnê li Zîvala Xezayê hene ku ew di gihandina xizmetên bingehîn ên tenduristiyê û şopandina rewşa xwe de zehmetiyan dikşînin û 5 hezar û 500 ji wan dê di meha Cotmehê da zarokên xwe bînin cîhanê. Îhtîmal heye ku piştî zarok bînin ji ber tunebûna piştgirî û lênêrînê rastî aloziyên tenduristiyê werin. Di encama vî şerî û rewşa xirab a ku tê de derbas dibin de piraniya jinên ducanî jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan jî zarokên wan ji ber wan çûn.

Roja 21’ê Cotmehê, UNRWA’yê ji ber ku hejmara koçberan di dibistan û baregehên UNRWA’yê de zêdetir bû kampeke nû ji koçberan re li Xan Yûnis, li başûrê Zîvala Xezayê ava kir. Îsraîlê jî 160 penagehên UNRWA’yê bombebaran kir û neh ji wan jî hatin rawestandin. Randa Siniora diyar kir ku  di felaketa sala 1948’an de gelê Filistînê bi darê zorê ji bajarê xwe koçber kirin û hejmara koçberên di konan de gihîştibû nêzî 20 hezar kesê.

Banga hişyariyê

Randa Siniora di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e hemû binpêkirinên ku jin di şer de rast tên werin belgekirin ên ku li dijî peyman û zagonên navdewletî û mirovî û peymanên mafên jinan in. Ji ber tunebûna ewlekariya li Şerîda Xezayê û qutkirina xetên şêwirmendiya derûnî ya bê pere ji aliyê sazî û komeleyên jinan ve divê tîmeke pispor ji bo piştgiriya derûnî û exlaqî bê şandin.”

Renda Sanyor banga avakirina yekîneyên tenduristiyê û personelên bijîşkî yên pispor ji bo jin û zarokên keç kir.