Dewleta Tirk jinên karker hedef girt: 4 jin û zarokek birîndar bûn

Dewleta Tirk gundê Bişêriyê a navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê topbaran kir, di encamê de zarokek û 4 karkerên jin ên ku pembo diçînin birîndar bûn.

Hesekê- Dewleta Tirk ji 4'ê Cotmehê ve bi riya balafirên şer êrîşên xwe yên hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestandiye. Îro di saetên sibehê de careke din dewleta Tirk  êrîş bir ser sîvîlan. Li gundê Bişêriyê a navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê  karkerên jin ên ku dema  di nava zeviyan de pembo diçînin ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin hedef girtin. 

Di encama hedefgirtinê de 4 karkerên jin û zarokek  birîndar bûn. Li gor agahiyên ku ji Nexweşxaneya Dirbêsiyê hatiye girtin navê birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz 50 salî, Xedîca Îdan El-Temir 40 salî, Fereh Ednan 20 salî  Zêna Hemûd 20 salî û zaroka bi navê Cûmana Hemad a 12 salî. Hat zanîn ku rewşa Zêna Hemûd girane.